DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Beriya kongreya ciwanan 'mîsyona ciwanan' hat nîqaşkirin

 
29 Adar
17:57 2015

AMED (DÎHA) - DEM-GENÇ'ê beriya kongreya xwe ya "Mîsyona pêşengiya ciwanan" a ku dê di 26'ê nîsanê de bê lidarxistin bişiyara "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biqedînin" panelek li dar xistin.

Li Amedê Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ)'ê beriya kongreya xwe ya "Mîsyona pêşengiya ciwanan" a ku dê di 26'ê nîsanê de bê lidarxistin bişiyara "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biqedînin" li Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê panelek li dar xistin. Li salona ku panel lê hat lidarxistin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên "Ciwan mezin dibin şoreş dimeş", "Em ê jiyana azad bi xeta berxwedana Kobanê bi rihê berxwedana Arîn Mîrkanan avabikin", "Bê jin şoreş nabe, jin şoreşê pêk neyne rizgar nabe" û "Di 26 nîsanê de bi 50 hezar ciwanan em Amedê ciwan dikin" hatin daliqandin. Panela ku bi serdan ciwan tevli bûbû moderatoriya wê xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê û endamê DEM-GENÇ'ê Cîhan Gunerî kir, wekî axaftvan jî endamên DEM-GENÇ'ê Zelal Fîdan û Lokman Varli tevli bû. Panela bi rêzgirtinê dest pê kir sirûda "Ey reqîp" hat xwendin. Panel bi sînevîzyoneke ku têkoşîna ciwan vedibêje berdewam kir.

Piştre axaftina vekirinê ji aliyê endamê DEM-GENÇ'ê Seyfettîn Tora ve hat kirin. Tora nirxandinê li ser ji nû ve xwe sazkirinê û mîsyona ciwanan a di civakê de kir. Piştre endama DEM-GENÇ'ê Zelal Fîdan jî li ser misyona ciwanan a pêşengiyê, sekna wan a belavbûyî û şêwazê rêxistinê nirxandin kir. Fîdan li ser rêsta ciwana ya di nava civakê de ku lezime çewabe rawestiya.
Piştî Fîdan endamê DEM-GENÇ'ê Lokman Varli axifî û modele rêxistinkirinê ya federasyonê û xwe rêxistinkirina DEM-GENÇ'ê nirxand.

Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(zb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN