DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Amedspor 3-1 Kirklarelispor têk bir

 
29 Adar
16:31 2015

AMED (DÎHA) - Amedspor di 2'yemîn Lîga Koma Sor a Spora Totoyê de dilîze di lîstika xwe ya ligel Kirklarelispor 3-1 qezenc kir. Alîgirên Amedsporê şampiyoniya Cizîrsporê bi lêdana çepikan û dirûşma "Cizîrspor şampiyon" pîroz kir.

Amedspor di 2'yemîn Lîga Koma Sor a Spora Totoyê de dilîze di lîstika xwe ya ligel Kirklarelispor 3-1 qezenc kir. Amedspor û Kirklarelispor li Tesîsên Şilbê yên Amedsporê hatin hemberî hev. Lîstîkvan û ekîba antrenor ê Amedsporê ji bo sekeftina lîstikê kedek mezin dan. Di lîstikê de Amedspor di deqeya 40'emîn de bi gola Şeyhmus Ozer 1-0 ket pêş. Devreya yekemîn 1-0 bi dawî bû. Dema agahiya Cizrespor di lîga xwe de bû şampiyon bû hat, aligarê Amedsporê bi lêdana çepikan û dirûşma "Cizîrspor şampiyon" pîroz kir. Piştre Amedspor di deqeya 57'emin de Ercument Balikçi golek din avêt û 2-0 ket pêş. Di deqeya 63'yemîn de Kirklarelispor golek avet û maç bû 2-1. Di deqeya 68'emîn de Emre Hasan Balci golek avêt. Bi vê golê Amedspor 3-1 qezenc kir.

(rd/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN