DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Mêrsînê sirgûnkirina Gurler hate şermezarkirin

 
26 Adar
14:25 2015

MÊRSÎN (DÎHA) - Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê sirgûnkirina Endama Egîtîm Sen'ê Zehra Gurler a ku di dema berxwedana Gezî de li ser sîteyên civakî peyamên têkildarî berxwedanê de parvekirin derbarê wê de lêpirsîn hate vekirin, şermezar kir.

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê li Parqa Ozgur Çocuk sirgûnkirina Egîtîm Senê Zehra Gurler a ku di dema berxwedana Gazî de li ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî derbarê wê de lêpirsîn hate vekirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankartên "Bila lêpirsînên Gezî bi dawî bibin" û "Bila sirgûnkirina Zehra Gurler paşve bê girtin" hatin vekirin û dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Zehra Gurler tenê nîn e" hatin berzkirin. Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasî û Kedê yê Mêrsînê Yusuf Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku li hemberî pergala zordar, mêtinger û paşverûyî ya AKP'ê Berxwedana Gezî têkoşîna welatekî azad û rizgarkirina jiyê ye û wiha got: "Ji ber ku hikûmeta AKP'ê vê yêkê dizane tolê ji kedkarên di çalakiyên Parqa Gezî de bûn sembol digire. Her roj li hemberî kedkaran lêpirsîn û cezayan didin. Herî dawî Zehra Gurler ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî hate sirgûnkirin. Me bang li hikûmeta AKP'ê kir ku dest ji polîtîkayên civakê sor dike ber bide kir. Em dê li hemberî zext, lêpirsîn, ceza û polîtîkayên sirgûnkirinê bi têkoşîna wekhev, azad, demokratîk bersivê bidin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN