Balafireke Fransî bi 148 rêwiyan ve ket xwar
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafira ji cûrê A320 a Fransa bi 148 rêwiyan ve ket xwarê.
Li gor çapemeniya Fransa balafira Fransî li başûrê welêt ketiye. Li gor televizyona France 24, 148 kes di wê balafirê de hene. Balafir girêdayî şirketa Germanwings e û heta niha der barê hêjmara mirî û birîndaran de tu agahdariyek nîne.
(oî)