Şaredarê AKP'î karkerên dengê xwe dan DBP'ê ji kar avêt
ÊLIH (DÎHA) - Li navçeya Hezoya Êlihê şaredarê AKP'î 8 karkerên ku di şaredariyê de dixebitîn ji kar avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin li avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Şaredariya navçeya Hezoya Êlihê di hilbijartina 30'ê adara 2014'an de bi dek û dolaban ji destê BDP'ê derxistin û dan AKP'ê. Pişî şaredarî ket destê AKP'ê demildest dest bi kar avêtina karkerên ku di hilbijartinê de dengên xwe dan rêxistina BDP'ê kir. 8 karkerên ku di karê paqijiyê de dixebitîn ji ber dengê xwe dane DBP'ê ji kar hatin derxistin. Karkerên ku ji kar hatin avêtin li ber avahiya Şaredariya Hezoyê ji bo mafên xwe bipirsin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Hezoyê yên BDP'î ji pîştgiriyê dan çalakiya karkeran. Karkerê bi navê Selahattin Tekîn anî ziman ku heya mafê bi dest bixin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.
Tê payîn ku şaredarê AKP'î Mehmet Meyzî Işik di seatên pêş de bi karkeran re hevdîtinê pêk bîne.
(ho/wk)