DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ji ciwanan meşa 'Ji Ocalan re azadî'

 
21 Adar
10:39 2015

AMED (DÎHA) - Bi hezaran ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a DBP'ê li ber avahiya DBP'ê ya Rezan a Amedê hatin cem hev û bi al û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Qada Newrozê ya Amedê ve meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwestin.

Bi hezaran ciwanên Meclîsa DBP'ê li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Rezan hatin cem hev û ber bi Qada Newrozê ya Amedê ve meşiyan. Di meşa bi hezaran kes tevlîbûn de alên PKK, YDG-K, Konfederalîzma Demokratîk, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan û Mazlum Dogan hatin hilgirtin. Di meşê de ciwanan dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Tirsa TC'ê tirsa YDG-H'ê ye" berz kirin. Ciwan li nokteya polîsan lêgerîn qebûl nekirin û ketin qedê û welatiyên derdorê jî bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan meşa ciwanan.

Bi hezaran ciwan bi meşeka leşkîr ketin qada Newrozê.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN