DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karkerên BEDAŞ’ê 4 demsal in li ber xwe didin

 
21 Adar
08:24 2015

STENBOL (DÎHA) - Karkerên BEDAŞ'ê yên ku bi sedema amûrên ewlehiya karê xwestine ji karê hatine avêtin çar demsal in li ber xwe didin. Karkeran da zanîn ku heta pirsgirêka wan neyê çareserkirin dê berxwedana xwe bidomînin.

Li Stenbolê 26 karkerên BEDAŞ'ê yên endamê Enerjî-Senê ku ji ber ku amûrên ewlehiya kar xwestin û ji kar hatin avêtin ev 219 roj in li ber xwe didin. Karkerên ku ji kar hatin avêtin li ber deriyê aahiya BEDAŞ’ê ya Beyogluya Stenbolê kon vedane û li vir di bin şert û mercên zehmet de ligel serma û germahiyê çalakî li dar dixin û berxwedana xwe didomînin. Karker her roj saet di 09.00'an de tên pankartên xwe yên li ser "Em ji bo parastina canê xwe li ber xwe didin" , " Me nexwest bimirin, em ji kar hatin avêtin" nivîsî didaliqînin û çayê xwe çêdikin û taşta xwe amade dikin, hata saet 18.00'an li kon dimînin kesên ku tên serdana wan qebûl dikin têkîldarî rewşa xwe de agahî didin. Ji berxwedana karkeran a rojekê DÎHA’yê şopand û tişta herîz êde bal kişand ew e ku ligel zor û zehmetiyan karker bi coş û moral berxwedana xwe didomînin.

'Bi hatina Newrozê em ê serbikevin'

Karkerê BEDAŞ'ê ya ku di karê de hate avêtin ya bi navê Recep Garîpgazîoglu der barê berxwedana xwe de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku 219 roj in li ber xwe didin û heta mafên xwe bi dest bixin dê berxwedana xwe bi domînin. Garîpgazîoglu anî ziman ku 4 demsal in di her şert û mercên hewayî jiyan kirine û axaftina xwe wiha domand: "4 demsal in em li ber xwe didin bi her demsal me vê derê jiyan kir lê em bawer dikin ku bi hatina Newrozê em ê serbikevin." Garîpgazîoglu Newroza hemû gelan pîroz kir û bi gotina "Bi berxwedanê ve em ê serbikevin" axaftina xwe bi dawî kir.

'Bi kelecan û germahiya berxwedanê xwe diparêzin û germ dikin'

Karkerê bi navê Nurşît Sepetçî axivî û da zanîn ku berxwedana xwe her aliyan ve bi çalakiyên cur be cur anîne ziman û wiha pê de çû: "Em bawer dikin ku me heqê têkoşînê daye. Niha hewa germ e lê niha her kes difikire ku çava em xwe germ dikin. Em bi kelecan û germahiya berxwedanê xwe diparêzin û xwe germ dikin" Sepetçî anî ziman ku 219 roj din dikarin li ber xwe bidin û axaftina xwe wiha dawî kir: "Berxwedana me piştî serkeftinê jî bi avayekî xurt dê bi dome. Em cardin bi kevine kar jî emê naw karê de jî xwe bi rêxistin bikin"

'Ji Kobanê heta BEDAŞ'ê li ber xwe didin'

Dawiyê Pisporê Rêxistinkirinê ya ku despêka berxwedana karkeran û heta niha di berxwedanê de cih digire yê bi navê Aydin Nadîr axivî û bal kişand ser mirinên karkeran û wiha got: "Li Tirkiyeyê rojê 6-7 karker jiyana xwe ji dest didin. Ji ber mirin çêbin û em saxlem bigihijin zarokên xwe me daxwaza amûrên ewlehiya karê kir lê em ji kar hatin avêtin. " Nadîr diyar kir heta dawiyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Nadîr da destnîşan kir ku berxwedana wan hêza xwe bi Şoreşa Rojava û Kobanê û gelen ku li ber xw edidin ve digire û axaftina xwe bi gotina: " Ji Kobanê heta BEDAŞ'ê em li ber xwe didin" ve bi dawî kir.

(nvt/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN