Karkerên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
STENBOL (DÎHA) - 11 karkerên di 11'ê adara 2012'an de li AVM Park a Marmara ya Esenyurtê dixebitîn di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edelatê di salvegera 11 karkerên AVM Park Marmara ya Esenyurtê yên di 11'ê adara 2012'an de di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan li ber AVM'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de malbatên karkerên jiyana xwe ji dest da tevlî bûn û pankarta "Me cînayetên karkeran ji bîrnekirin û em nadin jibîrkirin." vekirin û wêneyên karkerên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Qeder na cînayet e" û "Esenyurtê jibîr neke û nede jibîrkirin" hatin berzkirin. Xwîşka Bariş Kiyak ê ku di şewatê de jiyana xwe ji dest da Damla Kiyak daxuyanî xwend. Kiyak cînayetên kar ên li Ostîm, Davutpaşa, Otela Bayram û Hezoyê bi bîrxistin û anî ziman ku 3 salin lêgerîna edaletê didomînin.
Kiyak diyar kir ku berpirsiyarên cînayetên kar Fîrmaya ECE, Marmara Park AVM, Kayı İnşaat û KALDEM in û xwest ku berpirsiyar bên darizandin. Kiyak da zanîn ku hînî astengiyên li pêşiya rêxistinbûna sendîkayan neyê rakirin dê cînayetên kar berdewam bikin. Kiyak bilêv kir ku divê 28'ê nîsanê weke roja şînê û bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan bê îlankirin.
Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn cihê şewatê.
(nvt/bd)