DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Çavên ciwanan peyama Ocalan e'

 
15 Adar
09:14 2015

AMED (DÎHA) - Ji bo Newroza dîrokî ya Amedê re hêjî hefteyek maye çavên her kesî li Amadê ye. Gelê kurd û bi taybetî ciwanên kurd jî li bendê ne ku di vê newrozê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayek dîtbarî were nîşan dan.

Amadekariyên Newroza 2015’an a li Amedê pêk were bi hemû leza xwe berdewam dike. Gelê kurd jî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwaze û di vê Newrozê de jî dixwaze Ocalan bi awayek dîtbarî dengê xwe bigihîne wan. Endamên Meclîsa Ciwanan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk (HDK) ku li Amedê bi dirûşma "Dê ciwan hêza xwe biafirînin û Rojhilata Navîn azad bikin" beşdarî 1'êmîn Konferansa Ciwanan ên Demokratîk a Rojhilata Navîn didome der barê newrozê de fikir û ramanên xwe anîn ziman.

'Bi rihê heval Mazlum her sal geştir dibe'

Xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê Hogir Konuk ku yek jê beşdarê konferansê ye diyar kir ku ev çil salên dawîn newroza ku tê pîroz kirin di saya cangoriyan hatiye vê pêvajoyê. Konuk destnîşan kir ku di nav têkoşîna 40 salî de gelek kesên binirx jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “ Em bi pîrozkirina newrozê wan şehîdan bi bîr tînin. Newroz ji bo gelê kurd û bî taybetî jî ji bo ciwanan xwedî ciheke taybet e. Her sal ev pîrozbahî bi ruhê heval Mazlum geştir dibe."

'Ciwan ji xewê rabûn û ber bi serhildanê ve diçin'

Konuk da zanîn ku ew di kelecana banga Ocalan in û wiha got: “Di sala 2013'an de peyama ji aliyê Serokatî ve hat dayîn ji bo me gelek girîng bû. Di vê Newrozê de jî em li benda peyama Serokatî ne. Ji ber ku ev peyam dê hêz bide me.” Konuk anî ziman ku ciwan êdî ji xwê hişyar bûn û wiha pê de çû: “Êdî ciwan ber bi serhildanê ve diçin. Ciwan êdî bi hêza xwe cîhanê dizivirînin. Bi peyama Serokatî jî ciwan dê zêdetir bi însiyatîf bin.”

'Ciwan îro bi perspektîfa Rêber Apo pêş ve diçin'

Endamê Meclîsa Ciwanên DBP yê Stenbolê Umît Ozkan jî diyar kir ku Newroza 2015'an dê ji bo ciwanên Kurdîstanê bibe pêngavek girîng. Ozkan bi lêv kir ku di pêvajoya çareseriyê de rol û ristek mezin dikeve ser milên ciwanan û wiha axivî: “Tevî hemû zext û pêkûtiyên li ser ciwanan hebe jî ciwan bi hêza xwe ber bi serkeftinê ve diçin. Ciwan îro perspektîfa Rêber Apo bingeh digire û li erdnîgariya Kurdîstanê û Rojhilata Navîn hişmendiyeke azad dide rûniştin. Ji ber vê jî Newroz ji bo ciwanan destpêkek e.”

'Ciwan dê bi peyamê re ji bo jiyana azad bixebitin’

Endamê Meclîsa DBP yê Stenbolê Taha Temel jî destnîşan kir ku piştî Newrozê dê jiyanek nû ava bibe. Temel da zanîn ku ew di vê newrozê de bi kelecanek mezin benda peyama Ocalan in û wiha axivî: “Ciwan dê piştî vê peyamê jiyaneke nû ava bikin û ji bo jiyaneke nû bixebitin. Divê ciwan li hember Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk ava bikin.”

'Şoreşa Rojava di agirê newrozê de cihê xwe bigire'

Xwendekara Ciwanên Welatparêz a Stenbolê Zozan Yaşar jî axivî û diyar kir ku ruhê Newrozê bi têkoşîna Kawa û Mazluman dest pê kiriye û bi berxwedana Rojava berdewam dike. Yaşar bi lêv kir ku dê şervanên YPJ û YPG’ê pêşengiya Newroza îsal bikin û wiha got: “Divê şoreşa Rojava di vê agirê newrozê de cihê xwe bigire. Di vê newrozê de jî ya herî girîng kesên pêşeng ango şervanên Rojava ne.”

Endama Meclîsa Sosyalîst a Jinên ESP'ê Tugçe Ozsoy jî li ser Newrozê axivî û ev tişt gotin: “Piştî vê konferansê em ê li qadên xwe xebatên rêxistinî bimeşînin. Her wiha bi amadehiyên newrozê bikin da ku di hilbijartinan de jî encamek xurt bigirin.”

(bk/gka/oî)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN