DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Ji kedkarên tendûrîstiyê meşa grevê

 
13 Adar
15:22 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kedkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo şertên xebatkarên tendûrîstiyê û "bernameya vegera tendûrîstiyê" rojekê dest bi grevê kirin û di çarçoveya girevê de li gelek bajaran meş, daxuyanî hatin lidarxistin û polîtîkayên hikûmetê rexenkirin.

STENBOL

Li Stenbolê kedkarên tendûrîstiyê bi armanca şertên kedkarên tendûrîstiyê bên sereratkirin û li hemberî "bernameya vegera tendûrîstiyê" li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Styenbolê hatin cem hev. Bi sedan karmendên tendûrîstiyê bi pankratan ber bi Midûriyeta Tendûrîstiyê ya li Bazîdê ve meşiyan. Di meşê de têkildarî mijdarê de dirûşme hatin berzkirin. Li ber Midûriyeta Tendûrîstiyê daxuyanî hate dayîn. Piştî meşê Seroka Giştî ya Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Arzu Çerkezoglu, axivî û diyar kir ku bi salane kedkarên tendûriystê di şertên gelek dijwar de dixebitin.

Serokê Şaxa SES'ê yê Aksarayê Aydin Erol jî daxuyanî xwend û balkişand ser polîtîkayên dewletê yên li qada tendûrîstiyê. Erol anî ziman ku divê şertên kedkarên tendûrîstiyê demildest bên sereratkirin.

MÊRSÎN

Kedkarên tendûrîstiyê li tevahiya welat li hemberî "bernameya vegera tendûrîstiyê" dest bi grevê kirin û di vê çarçoveyê de meş li dar xistin. Kedkar li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê hatin cem hev bi pankartên têkildarî mijarê de ber bi Parqa Ozgur Çocuk ve dest bi meş kirin. SES, TTB, gelek sendîkayên din, HDP, Parlmeneterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici û gelek rêxistinên sivîl tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Odeya Tabîban ê berê Mehmet Antmen daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo tendûrîstiya xwe, mafên xwe û tendûrîstiya gelê xwe ji bîlî beşê lezgînî xizmeta tendûrîstiyê nadin.

Serokê Komeleya Hekîmên Malbata Mêrsînê Dr. Gubuz Şen jî wiha got: "Em Wezîrê sindoqê na yê Tendûrîstiyê dixwazin."

Piştî axaftina çalakî bi çepikan bi dawî bû.

ENQERE

Kedkarên tendirustiyê yên li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nûmuneyê hatin cem hev heta Wezareta Tendirustiyê meş li dar xistin. Kedkarên tendirustiyê di daxuyaniya ku li ber Wezareta Tendirustiyê dan de careke din xwestin daxwazên wan bên pêşwazîkirin. Li ser navê kedkarên tendirustiyê yên ku meşiyan Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara û Serokê Konseya Navendî ya TTS’ê Dr. Bayazit Îlhan axivîn. Kedkarên ligel baranê û mexalefeta hewayê piştî daxuyaniyê “Kursiya serbest” avakirin. Di çalakiya ku xwendekarên tendirustiyê jî beşdar bûn de Prof. Dr. Nîlay Etîler têkîldarî “Mafê tendirustiyê” agahî da.

ŞIRNEX

Li Şirenxê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê dest ji kar berdfan. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Lezgîn Gozlek diyar kir ku ji bo tendûrîsitya gel ji bîlî beşên lezgînî xebatê nakin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatkarên tendûristiyê ji bo balê bikişînin ser şert û mercên xwe yên xebatê û şermezarkirina politikayên AKP'ê yên li ser tendûrsitiyê dest bi çalakiya greva devjikar berdanê kirin. Endamên saziyên weke SES, Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB), Yekîtiya Bijîşkên Diranan (TDB), Komeleya Hemşîreyên Tirk (THD), li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dest bi çalakiyê kirin. Her wiha gelek hemwelatiyên ji ber nexweşiya xwe hatine nexweşxanê piştgirî dane çalakiyê. Xebatkaran pankarta "Li vê kargehê grev heye" bi deriyê nexweşxanê ve daliqand û di bexçê nexweşxanê de standa demokrasiyê vekir. Xebatkaran, hemwelatiyên hatine nexweşxanê ji di derbarê grevê de agahdar kirin û da zanîn heta şert û mercên wan neyên rast kirin dê ew têkoşîna xwe bidominin. Xebatkarên tendûristiyê piştî welatî agahdar kirin bi dirûşmên, "Mafê tenduristiyê nayê firotin", "Bijî berxedana kedkara" heta ber deriyê polinîklikê meşiyan û li vir daxûyani dan çapemeniyê. Li ser navê xebatkarên tenduristiyê bijîşkê malbatan Veysel Dag, daxuyanî xwend û diyar kir ku rayedar tiştên ne karê wane jî davêjin ser milên wan û anî ziman ku ew dê vê polîtîqayî qebûl nekin.

Piştî daxûyaniyê çalakî bi govend û dîlanan dom kir.

ÊLIH

Şaxa SES'a Êlihê li hemberî "Bernameya Vegera Tenduristiyê" şermezar bikin dest bi çalakiya kar berdanê kirin û li ber Nexweşxaneya Heremê ya Êlihê çalakî pêk anîn. Nûner û rêveberên Odeya Tabîban ya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen'ê, ÎHD û gelek kes piştgirî dan çalakiya karkerên tendustiyê. Li cihê çalakiyê pankartên li ser "Ev kargeh di grêvê de ye!" û "Em xizmetê dikin" hat vekirin. Çalakvanan bênavber dirûşmeyên wek "Em ê bi berxwedanê ser bikevin", "AKP ji bo tendûristiya mirovan re zerar e" berz kirin.

Hevserokê Odeya Tabîban a Êlihê Zulfîkar Cebe ewîl axifî û diyar kir ku di başa tenduristiyê de tundiyeke bêhempa tê meşandin. Lewra daxwaza me ew e ku hikûmet demildest ji pirsgirêkan re çareserî bibine.

Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever jî anî ziman ku hikûmet her roj bi projeyên nû karê wan zehmet dike. Ger ku şert û mercên tenduristiyê zehmet bin gelo dê karek bi tendûrist çawan bidin meşandin. Yurtsever destnîşan kir ku şert û mercên ku têde dixebitin dişibe pergala koletiyê. Yurtsever bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku bila dengê karkerên tenduristiyê bibihîse û daxwaza wan bi cih bine.

Çalakî bi gerandina govendê û çalakiya rûniştiyê berdewam kir.


DÊRSÎM

Li Dêrsîmê jî kedkarên tendûrîstiyê bi heman armancê ji Kolana Hunerê heya ber Midûriyeta Tendûrîstiyê ya bajar meş li dar xistin. Di meşê de dowzîên "Em ji bo ximzeta tendûrîstiyê ya zimanê zikamkî di girevê de ne" hatin hilgirtin. DBP, HDP, ESP û gelek welatî jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Şaxa SES'ê yê Dêrsîmê Azad Gundercî daxuyaî xwend û diyar kir ku ji bo tendûristaya gel ji bîlî beşên lezgînî tu hizmetê nakin.

AMED

Li Amedê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay daxuyanî xwend û diyar kir ku kedkarên tendûrîstiyê di şertên gelek dijwar de dixebitin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li Qada Basmaneyê hatin cem hev û pankarta "Em di grevê de ne" vekirin û ber bi Midûriyeta Tendûrîstiyê ve dest bi meşê kirin. Piştî meşê Serokê Şaxa Tabîbên Îzmîrê Suat Kaptaner daxuyanî da û diyar kir ku bi mehanin pirsgirêkên xwe tînin ziman lê pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin.

BALIKESÎR

Li Balikesîrê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê çalakî li dar xistin daxwaza mafên xwe kirin. Endamê Lijeneya Rêveber ê Şaxa SES'ê yê Balikesîrê Mehmet Karadag daxuyaniyên Wezîrê Tendûrîstiyê rexene kirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî bi heman armancê kedkaran daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê Odeya Tabîban a Semsûrê Alî Îhsan Gundogdu, daxuyanî xwend û diyar kir ku mafên kedkarên tendûristiyê tên binpêkirin.

KUTAHYA

Li Kutahyayê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Kedkarên tendûrîstiyê li ber avahiya SES'ê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Nunerê Sendîkayê Celal Ayyildiz daxuyanî xwend.

MANÎSA

Li Manîsayê jî kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Tabîban Derya Pekbiyik daxuyanî xwend û diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Tendûrîstiyê bê wate ne.

AFYON

Li Afyonê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê daxkuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê SES'ê yê Afyonê Hasan Dîşyar xwest ku pirsgirêkên kedkarên tendûrîstiyê bên çareserkirin.

AYDIN

Li Aydinê jî bi heman armancê kedkaran li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa SES'ê ya Aydinê Şukran Tezercî daxuyanî xwende û daxwazên kedkaran anîn ziman.

XERPÊT

Li Xerpêtê jî kedkarên tendûrîstiyê bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Harputê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Şaxa SES'ê yê Xerpêtê Alî Erdem daxuyanî xwend û diyar kir ku şertên kedkarên tendûrîstiyê gelek giran in.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê çalakî li dar xistin. Kedkarên tendûrîstiyê lib er Nexweşxaneya Dewletêy a Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.

QOSER

Li Qoserê jî bi hemaran armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Dewletêya Qiserê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de têkildarî mijdarê de dirûşme hatin berzkirin.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Şaxa SES'ê Kezban Karakuş diyar kir ku ji bilî beşên lezgînî dest ji kar berdane.

ÎDÎR

Li Îdîrê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnera SES'ê ya Îdîrê Ozge Arslan diyar kir ku kedkarên tendûrîstiyê di şertên gelek dijwar de dijîn.

GIMGIM

Li Gimgimê jî kedkarên tendûrîstiyê lib er Kargeriya Şaredariyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.

GEVER

Li Geverê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê yê Geverê daxuyanî dan çapemeniyê.

RIHA

Li Rihayê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Harranê hatin cem hev û meş li dar xistin. Meş heya Qada Topçular berdewam kir. Piştî meşê Prof. Cemalettîn Dost Zeyrek dfaxuyanî xwend û diyar kir ku pirsgirêkên kedkaran giran in.

(kom/oî/sa/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN