DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Ciwanên Rojhilata Navîn azad bikin' li Amedê kombûn

 
13 Adar
14:11 2015

AMED (DÎHA) - 1'emîn Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn di bin pêşengeiya ciwanên KCD û HDK'ê bi dirûşmeya "Ciwan dê hêza xwe afirînin û Rojhilata Navîn azad bike" bi tevlîbûna gelek rêxistinên ciwanan dest pê kir. Di axaftinan de peyama têkoşînê bilind bikin hate dayîn.

1'emîn Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn di bin pêşengeiya ciwanên KCD û HDK'ê bi dirûşmeya "Ciwan dê hêza xwe afirînin û Rojhilata Navîn azad bike" bi tevlîbûna gelek rêxistinên ciwanan li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn dest pê kir. Federasyona Ciwanên Demokratîk a Lubanê, Rêxistina Jinên Şoreşger a Rawa ya Afganîstanê, Federasyona Ciwanên Demokratîk a Urdunê, Partiya Sosyalîst a Yemen, Eniya Ciwanên Sosyalîst a Cezayirê, Saziya Ramana Civakî ya Fîlîstînê, Ciwanên Elewî yên Ereb, Ciwanên Sosyalîst ên Demokratîk ên Tunusê, Partiya Yektî ya Kibrîsê, Ciwanên Arjantînê û gelek rêxistinên din ên ciwanan tevlî konferansê bûn. Di salona konferansê de gelek pankrata hatin daliqandin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementerên HDP'ê Sabahat Tuncel, Ayla Akad Ata, Mulkiye Bîrtane, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Nivîskar Faîk Bulut, Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî, Serokê AP'ê yê Îtalyayê yê berê Luisa Morgantini û gelek kesên din tevlî konferansê bûn. Konferansê bi sruda "Ey Raqîp" dest pê kir.

'Li Rojava ciwan şoreşê dimeşînin'

Axaftina vekirina konferasnê Seroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî kir. Efendî diyar kir ku bi salene li ser erdnîgariya Kurdistanê şer didome û wiha got: "Îro li derdora Kobanê şer bi dijwarî berdewam dike. DAIŞ'ê îro berê xwe daye Kobanê û Rojava û dibêjin 'An dê bi DAIŞ'ê re kurd xilas bibin an jî dê DAIŞ bi kurdan re xilas bibe'" Efendî gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Em bi ciwanî dest pê kir em dê bi ciwanî serbikevin" bibîrxist û wiha axivî: "Ciwanên Kurdistanê li Kobanê bi rihê fidaî şer dikin. Jinên kurd ên li cem dayîk û bavên xwe av venedixwarin îro li heman mewziyê şer dikin. Îro li Rojava jinan şoreşê dimeşînin. Divê ciwan li her qadê bin û bi hêz têkoşînê bikin. Em 38 salin têkoşînê dikin. Hînî ciwan hebin em dê 38 salên di têkoşînê bikin."

Endama Meclîsa KCD'ê Songul Aşila jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn nirxên mirovahiyê yên jinan bi xwedavendiyê afirandin diyarî hemû mirovahiyê kirin. Aşila anî ziman ku netew dewletên her tim li Rojhilata Navîn mêtingeriyê pêk tîne û wiha got: "Li hemberî vê yêkê her tim gelên koletî qebûl nekirin têkoşîn mezin kirin."

Endama Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Evîn Daniş peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji konferansê re şandî xwend. Pişt re Parlementera HDP'ê Mulkiye Bîrtane axivî û diyar kir ku ciwan ji hemû civakê re rê nîşan didin û têkoşîna ciwanan silav kir.

Parlementera HDP'ê Sebahat Tuncel jî balkişand ser girîngiya konferanê û wiha got: "Li ber ciwana peywira jiyana nû înşa bikin heye. Modornîteya kampîtalîst hewil dide qadên me yên jiyanê ji destê me bigire." Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Endama MYK'ê ya HDP'ê Huda Kaya, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî axaftinên kin kirin û ciwan silav kirin.

Seroka AP'ê ya berê ya Îtalyayê Luisa Morgantini jî axivî û balkişand ser têkoşîna azadiyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Piştî axaftinan sînevîzyona dîroka şoreşên cihanê vedibêje hate pêşandan.

Konferasn dê 3 rojan ji çapemeniyê re girtî bidome û dê di 17'ê adarê de bi tevlîbûna Newroza Pirsûsê bi dawî bibe.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN