DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwan ji bo xwedî li ax, av û enerjiyê derkevin dimeşin

 
9 Adar
14:41 2015

ÊLIH (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên DBP'a Êlihê bi munasebata xwedî li av, ax û enerjiyê derkevin dest bi meşa dirêj a ber bi bajarê kevnar Heskîfê ve kirin.

Bi dahan ciwan ji bo xwedî li av, ax, enerjî û dîroka xwe derkevin tevlî meşa bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Êlihê hatiye destpêkirin bûn. Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, nûner û rêveberên DBP û HDP'ê jî piştgirî dan ciwanên li ber avahiya Şaredariya Êlihê kom bûn. Ciwanan di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rengên kesk, sor û zer û pankarta "Xwedî li ax, av, dîrok, paşeroj û pêşeroja xwe derkeve!" hilgirtin.

Ciwanan di destpêka meşê de daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Êlihê Ferzan Avci li ser navê ciwanan daxuyanî xwend. Avci anî ziman ku pergala kapîtalizmê her tim xweza talankiriye. Avci diyar kir ku ew wekî ciwan û pêşeroja civakê tu carî destûrê nadin ku erdnîgariya Mezepotamyayê bê talankirin û tunekirin.

Avci destnîşan kir kuji îro pêve ew ê rê nedin pergala dagirkeran û wiha got: "Civaka kurd her tim bi hişmendiya tunekirinê re rû bi rû maye. Em jî wek ciwanên kurd tu carî rê nadin tune kirinê û ji bo xweza zindî bimine em ê li qadan bin. Ji bo xweza û dîroka xwe em ê têbikoşin."

Avci bal kişand ser dîroka bajarê Heskîfê ûwiha pê de çû: " Heskîf dîroka cihanê ye. Hemû nirx li Heskîfê hatine afirandin. Her wiha Heskîf di dîroka gelê kurd de jî xwedî nirx e. Lewra ji bo dîroka gelê kurd neyê tunekirin em ê heya dawiyê xwedî li dîroka xwe derkevin."

Ciwanan piştî daxuyaniyê dest bi meşa dirêj kirin û ber bi bajarê kevnar Heskîfê ve bi rê ketin.

(ho/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN