DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn' li Amedê dê pêk bê

 
4 Adar
12:58 2015

AMED (DÎHA) - Berî "1'emîn Konferansa Ciwanan a Demokratîk a Rojhilata Navîn" a ku dê di 13,13 û 15'ê adarê de li Amedê pêk bê civîna pêk hat û di civînê de pirsgirêka ciwanên Rojhilata Navîn dijîn hate nîqaşkirin.

Rêxistinên ciwanan ên Kongreya Demokratîk a Gelan û Kongreya Civaka Demokratîk berî "1'emîn Konferansa Ciwanan a Demokratîk a Rojhilata Navîn" a ku dê di 13,13 û 15'ê adarê de li Amedê pêk bê civîna amadekar li dar xistin. Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan pêk hat û di cîvînê de pirsgirêkên ciwanan hatin nîqaşkirin. Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Feleknas Ucak, DBP, EMEP, Partîzan, DAF, nûnerên rêxistinên ciwanan, Endamê Kogreya Îslama Demokratîk û gelek ciwanên Şengalî tevlî civînê bûn. Di salona civînê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengên şoreşan hatin daliqandin.

Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Feleknas Uca axaftina vekirinê ya civînê kir û diyar kir ku wan rola ciwanan di berxwedana Kobanê û Şengalê de careke din dîtin û wiha got: "Serkeftina pêşeroja me dê bi têkoşîna ciwanan bigihije serkeftinê. Heke em berpirsiyariyên xwe bi cih bûnin em dikarin bibin bersiva pêşeroj û azadiya gelan."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Nakşî Sayar jî wiha got: "Afîrenerên pêşerojê ciwan in." Sayar diyar kir ku ji ber vê yêkê ciwan her tim di hedefa pergalê de ne.

Piştî axaftinan nîqaş li ser sernavên hatin diyarkirin pêk hatin.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN