DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Polîs ciwanên ji bo konferansê derketin rê asteng kir

28 Sibat
13:16 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Endamên Meclîsa Ciwanên DBP'ê ji bo tevlî konferansa li Amedê bibin ji Cizîrê derket rê di derketina Mêrdînê de hatin rawestandin. Polîsên ku çûna ciwanan asteng dikin 3 ciwan bin çav kirin.

Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Amedê îro li Kompleksa Sporê ya Peyasê konferansa xwe pêk tîne. Ji bo tevlîbûna konferansê gelek ciwan ji bajarên derdorê derketin rê. Ciwanên ku bi otobusê ji Cizîrê derketin rê di derketina Merdînê de ji hêla polîsan ve hat rawestandin. Polîsan nasnameyên ciwanan kontrol kirin û ciwanên bi navê Dîlan Aşkin, Serhan Kolanç û Harûn Hamarat binaçv kirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Otobusa ciwanan ji hêla polîsan ve tê astengkirin.

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN