Cizîrspor bi golekê bi ser ket
ŞIRNEX (DÎHA) - Maça Cizîrespor û Mêrdînspor bi 1-0 serkeftina Cizîrsporê bi dawî bû.
Di encama pêşbirka Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê de Cizîrspor û Mêrdînspor li stadyuma Cizîrê hatin pêşberî hev. Maç bi tevlî bûna 5 hezar temaşevanan dest pê kir. Gokbazên Cizîrsporê ji ber ku hefteya berî vê di pêşbirka Kupaya Tirkiyeyê ya Zireatê de li hemberî tîma Gîresunsporê bi ser neketin û nebûn finalîsta kupayê soz da temaşevanan ku dê vê maça girîng bistînin. Di maçê de deqeya 37'emin de gokbazê Cizîrsporê Serge Djiehoa gol avêt û Cizîrspor 1-0 ket pêş. Di 90 deqeyên maçê de wekî gol çênbûn û Cizîrspor maç qezenc kir.
Temaşevanên ji bo pêşbirkê li stadyumê amade bûn bênvaber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin.
Piştî 90 deqeyên maçê bi serkeftina Cizîrsporê dawî bû polisan bombayên gazê avêt nav temaşevanên ku serkeftina tîma xwe pîroz kirin. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan.
(cno/wk)