DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Konferansa ciwanên DBP'ê bi hemû hêza xwe didome

 
8 Sibat
13:59 2015

ÊLIH/ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Êlihê û Enqereyê 1'min konferansa xwe bi tevlîbûna sedan ciwanan li dar xistin.

ÊLIH

Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Êlihê 1'min Konferansa xwe li salon Şaredariyê li dar xistin. Li cihê konfesansê Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên YPG/YGJ'ê yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji destdan, alên PKK/KCK'ê û pankartên "Ciwan hêza parastina civakê ye" , "Ciwan bi ruhê fedayî xweseriya demokratîk ava bikin" û "Serokê azad bi ciwanên azad re" hatin daliqandin. Hevserokê rêxistina DBP'ê Mehmet Candemîr, Hevşaredarê Êlihe Sabrî Ozdemîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan ciwan di konferansa ciwanan de amade bûn. Konferas bi rêzgirtina ji bo kesên di şoresa azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr di konferasê de diyar kir ku ciwanên kurd bi rengên xwe hemû rengên civaka kurd li cihanê bidin nasin û deng vedin. Ozdemîr qetliamên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê û berxwedana Kobanê mînak nîşan da û wiha got: "Hemû dinya baş dizane ku çeteyên DAIŞ'ê bi destê dawletên dagirker derketin holê û bi alikariya dewletan qelîmanên hovane pêk anîn. Lê îro bi berxwedana ciwanên kurd yên canfeda Kobanê rizgar bû. Her çiqas li Rojava şereke dijwar hebe jî li bakurê Kurdistanê jî şereke zihniyetê heye. Dewleta tirk bi hemû heza xwe daye ser ciwanên kurd û bi polîtikayên qirêj yên wek tiryak, fihuş, bişaftin û hwd. bi hezaran ciwanên kurd tune dike. Ciwanên li bakurê Kurdistanê jî dijin li hember polîtikayên dewleta tirk têdikoşin û wek berxwedana Kobabê dê bi ser bikevin."

'Bi ciwan dest pêkir bi ciwan bi ser bikevin'

Hevserokê DBP'ê ya Êlihê Mehmet Candemîr jî li ser girîngiya avakirina meclîsan axivî û got ku ciwanên ku xwe bi rêxistin dikin di şerê zîhniyeta qirêj bi ser bikeve û ev tişt got: " Em di nava pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin. Wek ku tê zanîn dewleta tirk li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtikayên wek tiryak, fihuş û bişaftinê li ser ciwanên kurd dide meşandin. Ji ber ku dewlet jî baş dizane ku serkeftina berxwedana azadiya civaka kurd bi têkoşina ciwanan pêkan e. Loma dewlet bi hemû hêza xwe ciwanan tune dike. Her wiha em baş di zanin ku civaka kurd dê bi rêxistina ciwanan bigihîje azadiyê." Candemîr di dawiya axiftina xwe de gotinê Rêbeerê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Me bi ciwan dest pê kir em ê bi ciwanan re bi ser bikevin" bi birxist û got ku gelê kurd encax bi têkoşina ciwanan bi ser bikeve.

Konferas ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

ENQERE

"Konferansa Rêveberên Heremî" ya Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Enqere li avahiya navenda giştî ya DBP'ê dest pê kir. Ciwanên li bajar û navçeyên derdora Enqere jî tevlî konferansê bûn. Di salona konferansê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek pankerat hatin daliqandin. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartinê rêzgirtin pêk hat. Di konferansê de ewil nirxandina pêvajoyê hate kirin û pişt re dê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî û rola ciwanan a di hilbijartinê de bê nirxandin. Konferans bi xwendina raporan û nirxandina rêxitinî berdewam dike. Li bendêne ku konferans êvarî bi dawî bibe û encamname bê aşkerakirin.

(ho-bd/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN