DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Werin 'Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi Rêberiya Azad ve' bimeşin

 
7 Sibat
10:12 2015

STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên DBP'ê bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi Rêberiya Azad ve" konferansên xwe yê ciwanan li dar dixe. Endamên Meclîsa Ciwanên DBP'ê Oktay Çagtay bang li ciwana kir û wiha got: "Ji bo avakirina jiyana nû bila ciwan hemû werin di konferansê de cih bigrin. Wek Rêber Apo jî dibejê ciwan pêşengiya jiyanê dikin, ji ber ve jî bila werin tevli konferansê bibin û biryarên xwe ew bi xwe bidin."

Meclîsa Ciwanên Partiya Herêma Demokratîk (DBP) bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirîre ber bi Rêberiya Azad ve" konferansên xwe yên ciwanan li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne. Li Bursa, Tekîrdag û li her sê heremên Stenbolê dê konferansên xwe di 8'ê şibatê seat di12.00'an de li dar bixe. Li Stenbolê herêma yekemîn wê li avahiya HDP'ê ya Sultangaziyê, herema duyemîn jî li avahiya HDP'ê ya li Esenlerê û herema sêyemîn jî li avahiya HDP'ê ya Bagcilar dê pêk bîne. Endamê Meclîsa Ciwanên DBP'ê yê Stenbolê Oktay Çagtay bangewaziya tevlibûna konferansan kir û li ser mijarên konferansê axivî.

Çagtay derbirî ku armanca konferansa wan a ciwanan ew e ku ji pergalê re bibin alternatîfek û wiha got: "Em dixwazin bi vê konferansê biryarên mekanîzmayên jiyaneke nû ya azadiya xwe ava bikin bidin." Çagtay ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Ev konferans wê bi gelemperî civakê û bi taybetî jî pirsgirekên ciwanan esas bigre." Çagtay li ser xebatên konferansê jî axivî û ev tişt vegot: "Li hemû herêman xebatên me berdewam dikin. Xebatên me yên civîn û belavkirina belavokan berdewam dikin."

Çagtay li ser meşandina konferansê jî hin tişt ani ziman û wiha axivî: "Konferasa me wê ji sê rûniştina pêk were. Di rûniştina yekemîn de pêvajo û rola ciwanan a pevajoyê dê çawa be bê nirxandin. Rûniştina duyemîn de pirsgirikên ciwanên Stenbolê ya xwe birêxistinkirinê û çima nikarin xwe bi rêxistin bikin dê were nirxandin. Rûniştina sêyemîn de jî dê li ser meclîsên ciwanan û jiyanê biryar bên wergirtin." Çagtay bang li hemû ciwanan kir da ku ew jî di vê jiyana nû de cih bigirin û wiha domand: "Ji bo bi Rêberê azad re Kurdistana azad ava bikin em bang li ciwanan dikin ku werin tevli konferansê bibin. Wek Rêber Apo dibêje ciwan pêşengiya jiyanê dikin, ji ber vê jî bila werin tevli konferansê bibin û biryarên xwe ew bi xwe bidin."

(sde/hş/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN