DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Konferansa ciwanên DBP'ê ya Wanê bi dawî bû

 
25 Çile
17:08 2015

WAN (DİHA) – Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Wanê bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêbertiya Azad ve" konferansa ciwanên li dar xist. Di konferansê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryarên giring hate girtin

Konferansa Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Wanê ya bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêbertiya Azad ve" ya ji du rojan pêk tê bi dawî bû. Sedan ciwan tevlî konferansa li Salona Akademiya Şehîd Nûda pêk hat bûn. Konferansa ciwanan di roja duyemîn de mijarên, "Di nav pêvajo yê de misyona ciwanan, di azadkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan de rol ciwanan û pirsgirêkên rexistinbûna ciwanan" hate niqaşkirin. Piştî niqaşên du rojan encamnameya konferansê hate aşkerakirin.

Di konferansê de ev biryaran hate girtin;

"*Ji bo azadiya Ocalan bernamayek were derxistin. Her ciwan heta 10'ê sibatê komkirina hezar îmzayan ji xwe re hedef bigre.

*Li her taxê meclisên ciwanan û kooperatifan werin sazkirin.

*Ciwan ji bo aboriyek komünal alternatifekan pêş bixe.

*Ji bo alikariya Kobanê û Şengalê her ciwan mal mal bigere û ji her malê 1 TL kom bike

*Ji bo xelaskirina bişaftinê li her taxê pirtûkxanê û cihîn çandê were sazkirin. Ji bo perwerdekirina ciwanan li her taxan bernameyên perwerdeyê were derxistin.

*Ji bo 15'ê Sibatê çalekî were li dar xistin. Li gorî wê 1'ê sibatê dê li navçeya Îpekyoluyê, di 8'ê sibatê de li navçeya Tuşba û di 14'ê sibatê de jî li navçeya Artemêtanê dê meş bên lidarxistin.

* Ji bo azadkirina Ocalan, her serê mehan de meşên ji Ocalan re Azadî werê li dar xistin."

Piştî daxûyanîyê ciwanan ji ber sersaxiya Şervana YPJ'ê Semra Yaşar (Rojen Berîtan) şahiya xwe betal kirin û heya mala sersaxiyê meş li dar xistin. Di meşê de pankarta “Şoreşa Kurdistan Şoreşa Civanan e" hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî meşê ciwanan li ber mala şînê rêzgirtin pêk anîn û sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin.

(sç/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN