DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Rojhilata Navîn ji bo têkoşînek hevpar li Amedê dicivin

 
23 Çile
09:07 2015

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA)
- Meclîsa Ciwanan a KCD'ê û HDK'ê bi dirûşma "Dê ciwan hêza xwe biafirînin û Rojhilata Navîn azad bikin" beriya Newroza Amedê dê ciwanên Rojhilata Navîn bînin cem hev û ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn niqaşên xurt bimeşînin. Endamê Meclîsa Ciwanên KCD'ê Mîrza Bîlen der barê konferansê de axivî û diyar kir ku civak, dê bi vê xwedîderketinê ciwan çand, nirx, baweriya xwe biparêzin û pêşengiya civakê bikin.

Meclîsa Ciwanan a Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) û Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk (HDK) di 13-14 û 15'ê Adarê de bi dirûşma "Dê ciwan hêza xwe biafirînin û Rojhilata Navîn azad bikin" li Amedê dê 1'êmîn Konferansa Ciwanan ên Demokratîk a Rojhilata Navîn li dar bixin. Ji bo konferansê zedetirî 15 welatan ciwanên hatine vexwendin û tevlî konferansê bibin. Ciwanên ji ol û baweriyên cuda dê di konferansê de li ser bûyer û geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn niqaşan bikin û ji bo avakirina peşaroja Rojhilata Navîn têkoşîneke hevpar bimeşînin. Dê di çarçoveya konferansê de ji gelek bajarên Rojhilata Navîn ciwan beşdarî konferansê bibin.

Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê ye

Endamê Meclîsa Ciwanên KCD'ê Mîrza Bîlen der barê konferansê de axivî û diyar kir ku di erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi avakirina civakbûnê re ev erdnîgariya qedîm bi hezaran salan bûye warê pergala şaristaniya demokratîk. Bîlen got ku pêşketinên ku li vê erdnîgariyê dest pê kirine ewilî li Rojhilata Navîn piştre jî li dinyayê belav bûye. Bîlen da zanîn ku hişmendiya jiyana hevpar, exlaq û nirxên moralî jî cara yekem li van deveran hatiye afirandin.

'Divê ciwan pêşengiyê ji civakê re bike'

Bîlen anî ziman ku modernîteya kapîtalîst li hemberî civakê di rewşa şerekî pir mezin de ye û wiha berdewam kir: "Ji bo ku desthilatî karibe xwe biparêze pêwistiya wê bi parçebûna civakê heye. Hewl dide vê yekê jî bi têkbirina exlaqê, desteserkirina aboriyê, pêşxistina takekesiyê, sorkirin zayendîparêziyê bidomîne. Pergala kapîtalîst hemû polîtîkayên xwe yên qirêj li ser ciwanan dimeşîne û bi yekê hewl dide civakê ji rastiya wê dûr bixe. Li hember qirkirina çandî ya ku pergala kapîtalîst pêk tîne divê ciwan bi şaristaniya demokratik xwedî li nirxên çanda xwe derkeve û xwe biparêze. Civat dê bi vê xwedîderketina ciwanan çand û nirxên xwe biparêze. Ji bo ku ev çand û dîroka demokratîk ji nû ve bê afirandin û jiyîn, divê ciwan pêşengiya ji civakê re bike û xwe birêxistin bike."

'Divê em di vê pêvajoyên dîrokî de rola xwe bilîzin'

Bîlen destnîşan kir ku Rojhilata Navîn a demokratîk rastiya civakê ye û wiha pê de çû: "Bihevrebûna erdnîgariyê û çandê, pêdiviyên aborî, çavkaniyên gihaniyê û avê, federasyoneke demokratîk a hevpar çêdike. Dîroka Rojhilata Navîn, weke federasyona gelan e. Em ev hişmendiya çand û dîroka demokratîk û resen a Rojhilata Navîn in. Divê em di vê pêvajoya dîrokî de rola xwe bilîzin û bi ciwanên birêxistinkirî re pêşengiya civaka azad bikin. Di vê guherîna herêma xwe de ji bo em bi heq, hiqûq, reng, vîn û nasnameya xwe cih bigirin, bi armanca avakirina têkoşîna hevpar em ê bi dirûşma 'Ciwanên ku di lêgerîna heqîqetê de ne, dê dîroka Rojhilata Navîn a winda bi jiyaneke demokratîk, ekolojîk û zayendparêz ji nû ve binivîsin" 1'êmîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a Demokratîk li dar bixin."

Di konferansê de 4 sernavên girîn bên nîqaşkirin

Bîlen diyar kir ku dê konferans bi sê zimanan bê pêşkeşkirin û li ser çar serenavên bingehîn nîqaş bên meşandin. Bîlen bilêv kir ku dê di konferanse de niqaşên berfireh werin meşandin. Bîlen serenavên konferansê wiha rez kirin:

" 1 - Binyata dîrokî û civakî ya Rojhilata Navîn

* Di Rojhilata Navîn de dîroka gerdûnî
* Binyata civakî, çandî, aborî, jeopolîtîkî û bawerî ya Rojhilata Navîn
* Di Rojhilata Navîn de rola jinê
* Berxwedana dîrokî û çareseriya navxweyî ya Rojhilata Navîn

*2 - Modernîteya sermiyadar û têkiliya desthilatdarên girêdayî wê li ser Rojhilata Navîn

* Sedemên desthilatdarên navnetewî ya li ser Rojhilata Navîn
* Projeya mêtingeriya hêzên desthilatdarên navnetewî ya li ser Rojhilata Navîn
* Çêbûna netewe dewletê, encamên wê, pirsgirêkên civakî yên ku vedigerin krîzê
* Şaristaniya sermiyandar a li ser nasnameya ciwanan

3- Di Rojhilata Navîn de lêgerînên alternatîf ên li hemberî modernîteya sermiyadaran û rola pêşeng a ciwanan

* Di pêvajoya şoreşên Rojhilata Navîn de rola berxwêder a ciwanan û lêgerînên azadiyê
* Şoreşa rojava û pêşengiya ciwan û jinan
* Di bihara ereban de rola ciwanan
* Di berxwedana Filistînê de rola ciwanan
* Li Tirkiyeyê raperînên ciwanan

4- Wekheviyên civakî û erdnîgarî yên ku ciwan dijîn

* Modelên rêxistinên hevpar
* Pirsgirêkên binyadî (xerîbmayîn,bêtêkilî û wekhevî )
* Pêşvebirina xeta hevpar a têkoşîn û piştgiriyê
* Bi pêşengiya ciwanan re dê civakek demokratîk çawa be?"

Bîlen got dê di çarçoveya konferanse de bi niqaşkirina van serenavan tê payîn ku di têkoşîna edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê de piştgiriya çêkirina zemîna modelên bihest ên pêdiîviyên zayendî yên civakî zêde bibe. Bîlen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanceke din a di diyarkirina dîroka konferansê de jî ew e ku ciwanên hatine vexwendin tevlî Newroz Amedê jî bibin û ew kelecana Newrozê jî bijîn.

(hy/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN