DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Wanê Konferansa "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêberiya Azad ve"

 
23 Çile
09:05 2015

WAN (DÎHA) - Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Wanê dê bi konferansa di 24-25'ê çileyê de ya bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêberiya Azad ve" meclîsa xwe îlan bikin û dê ji bo azadiya Ocalan tişta dikeve ser milê ciwanan nîqaş bikin.

Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Wanê bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêberiya Azad ve" dê di 24-25'ê çileyê de bi konferansa li dar bixe dê meclîsa xwe îlan bike û delegeyên ku dê tevlî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin hilbijêrin. Di konferansa ku li bendê ye bi sedan ciwan tevlî bibin de, ciwan ê ji bo bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya îmzeyan ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye despêkirin nîqaşan bikin. Beriya konfernsê Meclîsa Ciwanên DBP'ê daxuyaniyek nivîskî weşandin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em di demek ku nêzî azadiyê de ne. Di vê dema girîng de pêkanîna kongreyê dê rêxistinbûna ciwana bi hêztir bibe û dê hedefa ciwanan azadiya Ocalan be."

'Dem dema ciwanan e'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ciwan dê bi perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengtiya dema serkeftinê bike û wiha hat gotin: "Dem dama ciwanan e. Em weke ciwanên Kurdistanê dizanîn ku dê azadî bi azadiya Ocalan re were Tirkiyeyê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya Ocalan dinava seferberiyê de bin. Em ê tu caran dev jî têkoşîna azadiya Ocalan bernedin. Dê bi vê konferansê têkoşîna ciwanan bigehe asta herî jor."

'Em ê bi ciwanên rêxistinkirî rêveberiya azad ava bikin'

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê şopdarên Arînan, Alî Çîçek û rêheval Zîlan bin. Bi hêza ku em ê ji konferansê bigirin em ê bi ciwanên rêxistinkirî rêveberiya azad ava bikin. Em bang li hemû winan dikin ku tevlî Konferansa me ya dê li Navenda Çandê ya Nudayê bê li darxistin bibin."

(mb/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN