5 zarok li Şamê 6 penaberên Sûriyeyî jî li kampê ji ber sermayê mirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Sûriyeyê welatiyên ku ji ber şer ketin li ser riyan ji wan 6 kes li kampê ji sermayê, 5 zarok jî bi heman awayî li Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şer direvin yan jî nikarin birevin û di şert û mercên şer de têkoşîna jiyanê didin vê carê jî ji ber şert û mercên zivistanê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî agahiyên ji aliyê Xeça Sor ve hatiye dayîn li Lubnanê 6 welatiyên Sûriyeyê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî mijarê daxuyaniya ku hate dayîn de hate gotin ku heke raya giştî ya navneteweyî alîkariyên pêwîst nedin ji ber sermayê gelek penaber dê jiyana xwe ji dest bidin.
Li aliyê din li paytexta Sûriyeyê Şamê jî hate hînbûn ku 5 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.
(sa/wk)