DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Nexweşên ‘çolyakê’ çûn serdana Şaredariya Peyasê

 
5 Çile
10:56 2015

AMED (DÎHA) – Endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Jiyanê ya bi Çolyakê re ya Başûrêrojhilat ji ber piştgiriya ku Şaredariya Peyasê ku dide endamên wan ên nexweş çûn serdana şaredariyê û plaketa spasiyê dan Hevşaredar Mehmet Alî Aydin.

Komeleya Jiyanê ya bi Çolyakê re ya Başûrêrojhilat a ku ji aliyê kesên nexweşên “çolyakê” ku wekî nexweşiya kesên nikarin xwarinên bi zadê hatine çêkirin bixwin tê zanîn ve hatiye avakirin bi Serokê Komeleyê Veysî Çoban û endamên lijneya rêveberiyê ya komeleyê ve çûn serdana Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin. Serok û endamên komeleyê ji bo piştgiriya ku şaredarî dide endamên wan ên nexweş spasiyên xwe pêşkêş kirin. Serokê Komeleyê Veysî Çoban di serdanê de anî ziman ku şaredarî ev 3 sal in bi awayeke rêk û pêk her meh alîkariyê dide 46 nexweşên “çolyakê” û ji berk u hejmara kesên ku alîkariyê digirin derxistina 55 kesan, wan jî xwestine spasiyên xwe pêşkêş bikin. Çoban nirxandina “Ji ber bihistiyariya şaredariya me gelek pirsgirêkên ku nexweşên me dijîn ji holê rabû. Ev nexweş xwarinên ji genim, ceh, baçik û çewder tên çêkirin nikarin bixwin. Mînak ji bo nexweşên me kîloya maqarneya taybet 20 mîlyon e. Ev 3 sal in şaredariya me ji bo 46 nexweşan bi awayeke rêk û pêk alîkariyê didek. Li ser daxwaza me ev hejmar derket 55 kesan. Jibilî vê jîg elek daxwazên me ji aliyê şaredariya me ve hatin bicihanîn. Em ji ber vê bihistiyariyê spasiyên xwe pêşkêş dikin.”

‘Em ê her tim li cem wan bin’

Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin jî anî ziman ku nexweşên “çolyakê” gelek pirsgirêkan dijîn, li herêma wan gelek nexweşên “çolyakê” hene û ji ber ku xwarina ku ev kes dixwin pir buha ye, malbat zehmetiyan dikêşin. Aydin got ku wekî şaredarî ew ê piştgiriya xwe ya ji bo nexweşên “çolyakê” bidomînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN