DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

'Ji penaberên ketin rêya hêviyê' 3 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan

10 Kanûn
13:54 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di sala 2014'an de 3 hezar û 419 penaberên ku xwestin bi riya behrê derbasî ewrupayê bibin di behrê de fetisîn.

Li Rojhilata Navîn û li gelek welatên bakûrê Efrîqayê gelek kesên ji ber şer û pevçûnên nav xweyî xwestin li Ewrupayê bicih bibin di "rêya hêviyê de" jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya di konferansa Lijneya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî (HUNHCR) de hate ragihandin ku di sala 2014'an de 3 hezar û 419 penaberên xwestin bi riya behrê derbasî Ewrupayê bibin di behrê de fetisîn jiyana xwe ji dest dan.

Pispor UNHCR'ê diyar kirin ku ji ber windakirina canan riya herî bi talûke riya Behra Spiye, bi vê minasebetê hêjmara penaberên bi riya behrê derbazî Ewrupayê jî bûn gihiştiye 207 hezar.

Hêjayî gotinê ye ku konferansa wê du rojan bidome û di konferansê de tedbirên li hember windahiyan were girtin.

(oî/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN