DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

HRW: Divê Tirkiye mayinan paqij bike

 
2 Kanûn
13:59 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe de daxuyand ku welatiyên ji Kobanê tên li aliyê Tirkiyeyê ji ber mayinên ku hatine çandin jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, ji ber vê yekê bangawaziya Tirkiyeyê kir ku mayinan paqij bike.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkîldarî pirsgirêka mayinan a ku gelê Kobanê yên ji ber şer û terora DAIŞ'ê tên Tirkiyeyê rû bi rû dimînin raporek weşand. Rêveberê Kampanyaya Navneteweyî ya li Dijî Mayinên Bejahiyê ya HRW'ê Steve Goose rapor ji raya giştî re aşkera kir û li gorî rapor êtê gotin ku Tirkiyeya ku qapasîteya wî ya ji bo paqijkirina mayinên dibin sedema mirin û birîndarbûna mirovan heye û divê van mayinan paqij bike.

Di raporê de tê gotin ku ji ber mayinên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve beriya dehan salan hatine çandin bûye sedema mirina 3 kesên ji Kobanê derbasî Tirkiyeyê bûne û qasî kut ê zanîn 89 kes jî ji ber vê yekê birîndar bûne. Di raporê de tê destnîşankirin ku heta şer berdewam bike niha û pêve jî ji ber îhtîmala bûna sedema windahiyan divê mayin bên paqijkirin. Di raporê de hate destnîşan kirin di heman demê de nêzî 2 hezar Sûriyeyî hê j îli herêmên mayinkirîne û dîsa ji bo ji mirinan re rê neyê vekirin divê Tirkiye cihê welatiyên Sûriyeyê yên li van herêman in biguherîne û paqijî jî bi awayeke lezgîn li qadên derbasbûnê bê destpêkirin.

Bi sedan kes li qadên mayinkirî dijîn!

Steve Goose daxuyand ku "Li Sûriyeyê mirovên di şert û mercên şer de nikarin bimînin dema derbasî Tirkiyeyê dibin li aliyeke ve jî mecbûr dimînin bi mayinan re têbikoşin divê ev nebe qedera wan" û di berdewamê de anî ziman ku li bakurê rojava û başûrêrojhilat ê Kobanê di nava sînorê Tirkiye li ser xeteke teng de ne. Di berdewama raporê de hate gotin ku Tirkiyeyê di navbera 1957 û 1998'an de li sînorê Sûriyeyê 615 hezar û 419 mayin çandiye û ji 18'ê mijdarê hatiye tespîtkirin ku li vê herêmê 2 hezar sivîl hatine tespîtkirin, ji berk u wesayît û keriyên sewalên welatiyan nikarin derbasî Tirkiyeyê bibin dibe ku derbasbûna van deran tercîh bikin. Dîsa li gorî dîmenên di 14'ê mijdarê de ji peykê hatine tespîtkirin jî bi sedan welatiyên Sûriyeyê hê jî 9 kîlometre rojhilatê Kobanê li nêzî gundên Mert Îsmaîl û Çanakçiyê li qadên mayinkirî jiyana xwe didomînin.

Di meheke de 40 mayin teqiya!

Di korîdora Til Seîr a meyîn lêh ene di navbera 15'ê îlonê û 15'ê mijdarê de 70 mayin teqiya. Di van teqînan de 6 teqîn bûn sedema windahiyan. Di teqînekî de zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da 7 zarok birîndar bûn. Teqînên din jî dema derbasbûna keriyan de pêk hat. Di rapora HRW'ê de xaleke balê dikêşe jî ew e kum ayîn ji aliyê kesên ji wir derbas dibin ve tên paqijkirin. Di 7'ê mijdarê de li ser navê HRW'ê xebatkarekî rapor amade kir û hate gotin ku di her du rojan an j îsê rojan carekî mayinek diteqe û dema derbasbûna welatiyên ji korîdora Tîl Şeîrê herî kêm 6 mayinên netewiyane teslîmî artêşa tirk kirine.

Di rapora HRW'ê de tê gotin ku welatiyên Sûriyeyê yên li herêm mayinkirî di bin şert û mercên xetere de dimînin dem bi dem jî rastî êrîşa DAIŞ'ê ya bi hewanan dike tê. Li gorî xalên ku ji aliyê HRW'ê ve hatiye tespîtkirin di 8'ê mijdarê de serê sibehê saet di 08.00'an de 5 topên hewanê li herêmê ketine û di êrîşêbe yek jî zarok herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Li dijî mayinan hişyarî nîn e

Di dema derbasbûnê de jineke kurd a pêlî mayinê kir û zaroka wê ya 7 salî bi awayeke birîndar katin Tirkiyeyê. Selma 35 salî ya ku niha tê dermankirin piştî DAIŞ'ê êrîşî gundên wan kir bi 6 zarokên xwe re 35 kîlometre meşiyaye û gihîştiye korîdora Tîl Şeîrê vê carê jî li vir bûye hedefa mayinan. Zaroka wê ya yek salî ji rûyê xwe birîndar bûye û zaroka wê ya 7 salî ya li cem jî bi wê re birîndar bûne. Xebatkarên HRW'ê dan zanîn ku li herêmê ji bo mayinan tu hişyarî nîn e.

Di 24'ê îlonê de tenê li cihên cuda yên korîdor êli gorî agahiyên ji aliyê HRW'ê ve hatine piştrastkirin du kesên temênê wan 15-20 in jiyana xwe ji dest dane, du zarokên 10-11 salî, dîsa du zarokên din ên temenên wan 12-13 in, du kesên 15-20 salî û du zarokên 5-6 salî birîndar bûne.

Ligel soza hatiye dayîn pêk neanîn

Li gorî peymana ku Tirkiyeyê di 2003'yan de ji bo paqijkirina mayinên bejahiyê îmze kiriye ji bo ku di adara 2014'an de mayinan paqij bike soz daye lê di vî warî de tu tişt nekiriye û daxwaza Tirkiyeyê ya ku ev dem heta 2022'yan bê dirêjkirin hatibû qebûlkirin.

(sa/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN