Li Nîjeryayê di teqîna mizgeftê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan
AMED (DÎHA) -Li Bajarê Kano ya Nîjeryayê di mizgefta herî meniz de, di dema nimêja înê de sê teqîn pêk hatin û bi dehan kes birîndar bûn.
Li Nîjeryayê ku gengaşiyên navxweyî pêk tê, li bajarê Kano, di Mizgefta Navendî de di dema nimêja înê de sê teqîn pêk hatin. Mizgefta ku nêzî qesra Fermandarê Kano ye, tê gotin ku Fermandarê Kano yê jî îmamtiyê dikir. Di teqînê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Lê heta niha tu agahiyên fermî nehatiye dayîn.
(go)