DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Têkoşîna Kobanê di rojeva cihanê de ye

12 Mijdar
11:48 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Nûçegihanê Rojnameya Independentê ya îngîlizî Patrick Cockburn got ku nîşaneye piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê “destûrdayîna Tirkiyeyê ji bo derbasbûna endamên rêxistinê ya Sûriyeyê ye” vê carê jî li çiyayê Qendîlê bi Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvîn kir. Cockburn gotina Bayik a “Em ê Kobanê biparezin” kir sernavê nûçeya xwe.

Berxwedana kurdan a dîrokî ya li Kobanê her diçe bêhtir di çapemeniya cihanê de cih digire. Ev demek e çepameniya biyanî cih dide berxwedana jinên kurd ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şerê Kobanê bi aliyên polîtîk ên navneteweyî tê destgirtin. Rojnamegerên ku pirborên Rojhilata Navîn in herî kêm careke diçin Kobanê û nûçeyên wan ên li vir eleqeyeke mezin dibînin. Herî dawî rojnamegerê rojnameya Independentê ya îngilîzî Patrick Cockburn ê bi rexneyên xwe yên di dema pêvajoya hikûmeta Tayîp Erdoan de li dijî Tirkiyeyê bal kişandibû çû Qendîlê û bi Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvîn kir. Rojnameyê duh di manşetê de ciheke berfireh da havpeyvînê û sernava nûçeyê jî gotina Bayik a “Em ê Kobanê biparêsin” bi kar anî.

Cockburn berê jî dema serê rojnamegerên Amerîkayê hatibûn jêkirin di rojnameya xwe de gotarek nivîsandibû û di gotarê de gotibû ku nîşaneya piştgirîdayîna Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê “destûrdayîna Tirkiyeyê ji bo endamên rêxistinê ya Sûriyeyê ye.” Cockburn gotibû ku ji bo Tirkiye DAIŞ’ê asteng bike divê riyên diçin Sûriyeyê bigire. Cockburn di hevpeyvîna xwe ya bi Bayik re kir de jî xala ku têkoşîna kurdan bêhtir jî ya PYD’ê kul i Kobanê nîşan de û destkeftiyên wan derxist pêş.

Di nûçeyê de cih ji bo mudaxaleya hêzên koalîsyonê û di vê mijarê de bersivên Bayik derxist pêş û hate gotin ku bandora bombebarana hewayî hey elê barê giran li ser milê yên li bejahiyê şer dikin e. Di nûçeyê de cih dan gotinên Bayik ên niha jî Eniya Nusra yê ku ber bi Afrînê diçe û Tirkiye wekî piştgiriya DAIŞ’ê , ji bo ber bi Efrînê biçin cesaretê dide wan.

Di hevpeyvînê de ev gotinên Bayik cih girt: “Kurd dê Kobanê û Afrînê li dijî qatlîam û qirkirinê biparêzin. Li çiyayê Şengalê hê jî 10 hezar kes hene. Zivistan tê û pêdiviyên van mirovan ji xwarinê bigire heta malzemeyên tibî û bi hemr tişî heye. DAIŞ dîsa êrîş dike. Heke hûn vê qadê di destên xwe de bigirin hûn dikarin riyên di navbera Iraq û Sûriyeyê jî kontrol bikin û dikari têkîlay ADIŞ’ê li herdu welat qût bikin. Bandora Tirkiyeyê li ser DAIŞ û Eniya Nusrayê heye û dikare wan rêxistinan li dijî kurdan bixe neva tevgerê.”

Cockburn di dawiya hevpeyjîna xwe de ji bo pênasekirina berxwedana Kobana mînakên Deryy û Stalîngradê dide û li ser vê şîrove dike.

(sa/wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN