Li Afganistanê çalakî ji bo Kobanê pêk hat
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Kabulê yê Avganistan hejmarek ji xelkên wê, ji bo pişgiriya li berxwedana Kobanê dest bi xwepêşandanekê kirin.
Li bajarê Kabulê yê Afganistanê komek welatî, bi boneya piştgiriyê bide gelê Kobanê û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gelê Kobanê şermezar bike çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de gelek wêneyên cuda yên xelkê Kobanê û yên şervanên YPG-YPJ`ê hatin rakirin û dirûşmên "Kobanê her zindî ye û mirin ji bo DAIŞê" gotin.
(mae)