Îdiaya DAIŞ'ê Bexda dorpêç kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî agahiyên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê duh li Iraq û Sûriyeyê mewziyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin, DAIŞ'ê taktîk guherandiye û Bexda dorpêç kiriye. Li gorî nûçeya ji malpera UKNewsê hatiye weşandin DAIŞ kîlometreyek û nîv nêzi Bexdayê bûye.
Çeteyên DAIŞ'ê yên piştî Musil dagir kir berê xwe dabû Bexdayê lê piştre berê xwe da Sûriyeyê hate îdiakirin ku Dîsa Bexda dorpêç kiriye. Li gorî nûçeyên ji malperên Daily Star, Anorak News û UKNewsê hatine weşandin DAIŞ ber bi Bexdayê ve diçe. Li gorî nûçeyên saet bi saet te dayîn herî dawî DAIŞ kîlometreyek û nîv nêzî Bexdayê bûye.
Li aliyê din hezarî zêdetir leşkerên Iraqê yên li hemberî dorpêçê têkoşiyan jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin.
Daily Starê di nûçeya xwe de nivîsand ku li hemberî êrîşên hewayî yên Amerîka û Îngîliztanê, DAIŞ'ê xwe gihandiye dêra Anglîkan a rojavayê Bexdayê. Li gorî agahiyên keşeyê dêrê Andrew Whîte daye DAIŞ kêm maye bikeve bajar û dema çûna xwe de jî hezarî zêdetir leşker hatine kuştin.
Papaz destnîşan kiriye ku niha pêdiviya wan bi duayên hamû kesan heye û ev rewş jî nîşan dide ku êrîşên hewayî kêrî tiştekî nayên.
Li gorî taybetiya herêmê DAIŞ'ê bi En Nusrayê re yekîtî ava kiriye û ji navenda wan daxuyaniya wan a dê li hembrî hêzên koalîsyonê û rêveberiya Sûriyeyê mîsilemeyê pêk bînin hate kirin.
(sa)