Skoçyayî ji bo serxwebûnê çûn ser sindoqê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Skoçyayî ji bo referandûma serxwebûnû ku dixwazin ji Brîtanyayê cihê bibin serê sibê ji bo dengan kar bînin çûn ser sindoqan. Deyndayîn wê li gor saeda Tirkiyeyê saet di 24.00'an dê wê dawî bibe.
Li Skoçyayê zêdeyî 4 mîlyon 200 hezar hilbijêr, ji saet 07.00'an ve, li 2 hezar 608 sindoqan dest bi dayîna dengan kirin. Dengdan wê heta saet 24.00'an dewam bike.
Tê payîn ku encamên referandûmê jî sibeha înê diyar bibe. Navê ku wê biryara li ser mijara serxwebûnê aşkera bike jî, şefa saziya ji jimartina dengan berpisryar Mary Pitcaithly ye.
Di nava dengên bên jimartin de 789 hezar dengên bi rêya nameyê bên bikaranîn jî hene. Ev hejmar, bilindtirîn hejmara heta roja îro bi rêya postayê hatiye bikaranîn e.Li gorî anketan ji sedî 8 heta 14'ê hilbijêrên Skoç bêbiryar in. Dengên van kesan di mijara serxwebûnê de gelekî girîng e.
Eger ji referandûmê biryara serxwebûnê derkeve, wê Skoçyayî dawî li girêdana 307 salan a bi Brîtanyayê bînin.
(lg)