DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Navê welatên ku piştgiriyê didin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hate aşekerakirin

18 Îlon
11:56 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê lîsteya ku navê 38 welatên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de soza alîkariya leşkerî û alîkariya mirovî dane cih digirin aşkera kir. Di lîsteyake Tirkiye cih nagire de hin welatan jî xwestin navên veşartî bimîne.

Navên welatên ku roja duşemê li Parisê tevli civînê bûn û navê welatên ku dê tevli koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin jî diyar bû. Di lîsteya ku ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Biyanî ya girêdayî Wezadeta Karên Derve ya Amerîkayê ye ve hate aşkerakirin de 38 welat hene wekî ku dihat texmîn kirin Tirkiye di lîsteyê de cih navgire. Tirkiyeya ku piştgiriya wî ya ji bo DAIŞ’ê çend caran hate îspatkirin bi hinceta ku ji ber 49 dîlên di destên DAIŞ’ê de ne tevli koalîsyonê nabe.

Hate zanîn ku hin welatên ku di koalîsyonê de cih digirin jî nexwestin navên xwe di lîsteyê de bê aşkerakirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di hewldana navneteweyî de kîjan welat dê roleke çawa bigire, kîjan welat dê alîkariyeke çawa bike li gorî vê yekê lîste dê berfireh bibe û bê rojanekirin.”

Di lîsteyê de di bin navê “di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji bo alîkariya gelê Iraq û Sûriyeyê hewldana alîkariyê” de navê welatên ku hatine rêz kirin ev in: Arnavutluk, Lîga Ereb, Avusturalya, Avusturya, Belçîka, Bulgaristan, Kanada, Hirvatistan, Komara Çek, Danîmarka, Misir, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Gurcistan, Almanya, Yunanistan, Macaristan, Iraq, Îrlanda, Îsraîl, Îtalya, Japonya, Urdun, Luksemburg, Hollanda, Zelandaya Nû, Norveç, Umman, Qatar."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN