NYT: Rayedarên hikûmeta tirk di petrola DAIŞ’ê de rantê digirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnameya New York Tîmes ya li Amerîkayê tê weşandin di nûçeya xwe de da zanîn ku ji hatina pertolê ya DAIŞ’ê gelek rayedarên hikûmeta tirk jî sûde werdigirin û li pey rantê ne.
Rojnameya New York Tîmesê ya li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) tê weşandin di nûçeyeke xwe de diyar kir ku ji ber ku Amerîka Tirkiyeyê ji bo hevkariya xwe îqna nake, pêşî li kaçaxvaniya pertola DAIŞ’ê nagire. Di nûçeyê xwe agahî ji rayedar û hinek pisporan hatiye girtin de hate diyarkirin ku DAIŞ’ê di bazirgania petrola erzan de başûrê Tirkiyeyê kirine bazareke girîng û hat gotin ku ji vê bazirganiya borsaya reş de rantê pêk tîne.
Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku DAIŞ li ser axa ku di din kontrola wan de ye rojê 25 û 40 hezar varîl petrol hildiberîne û vê bi borsaya reş de bi mîlyonek û 200 hezar dolarî dike.
Di nûçeyê de hat gotin ku rayedarên tirk di walî pêşîgirtinê de ne bi daxwazin û ji lijneya lêkolînê ya Heritagê James Philips, diyar kir ku gelek rayedarên hikûmeta tirk ji pertola DAIŞ’ê sûdi werdigirin. Di nûçeyê de pisporê polîtîkaya derve Juan Zarate jî got: “Tirkiye denklema nayê zanîn ya vê koalîsyonê ye. Mutefîkê NATO’yê mijara gotinê ye lê, niyeta wan ya ku pêşî li vê bigire tune.”
(sa)