‘Tirkiye êdî mutefîkê Amerîkayê nîn e’
NAVENDA NÛÇEYA (DÎHA) – Di rojnameya Wall Strett a Journal (WSJ) a li Amerikayê tê weşandin de hate destnîşankirin ku êdî Tirkiye mutefîkê Amerîkayê nîn e.
Di nivîsa edîtoryal a ku ji aliyê edîtorên rojnameya Wall Strett Journal (WSJ) a li Amerîkayê tê weşandin de hat nivîsandin ku Tirkiye êdî mutefîkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîn e. Di nivîsa editoryal a rojnameye de hate destnîşankirin ku piştî Îngilîstan û Almanyayê di koalîsyona li dihî DAIŞ'ê de bi awayekî çalak cih negirtin, Tirkiye gaveke zêdetir avêt û operasyonên Amerîkayê yên li hemberî DAIŞ'ê asteng kiriye.
Di berdewa nivîsê de têkîldarî mijarê wiha hat gotin: "Vekişîna tirkan ji ya îngiliz an jî almanan bi gavekê li pêş e. Tevî ku nekave nava pêngaveke leşkerî Enqere wê destûrê nede Amerika ku ji Baregeha Încîrlîkê ya 160 kîlometre dûrî sînorê Sûriyeyê ye, êrîşa hewayî li dar bixe. Ev rewş, bi taybetî beriya operasyoneke ku bi salan dihat hêvîkirin, wê ji aliyê lojîstîk û keşfê ve li pêşiya Pentagonê bibe asteng." Di nivîsê de hat ragihandin ku tevî Tirkiye endamê NATO'yê ye jî, demeke dirêj e dest ji mutefîkbûne Amerîka û dostaniya bi Rojava berdaye.
Kurd wekî alternetîf tên nîşandan
Di nivîsa WSJ’ê de li ser rewşa kurdan jî tê rawestandin û li herêmê weke alternatîf tên nîşandan. Di nivîsê le têkîldarî mijarê wiha tê gotin: "Di vir de weke alternatîfa herî baş kurd derdikevin pêş ku desteka xwe pêşkêş kirine û berevajî mutefîkên din diyar kiriye ku ji bo şandina leşkeran amade ye. Încîrlîkê bi qasî 60 salan ji hêzên Amerîkayê re mêvandarî kiriye, dibe ku dem hatibe Încîrlîk bi baregehek hewayî ya li xaka kurdan a li bakurê Iraqê bê guhertin. Dibe ku Amerîka êdî li Enqereyê xwedî heval nebe, lê ev nayê wê wateyê ku li Rojhilata Navîn alternatîfeke din a me nemaye."
(sa)