Di malpera Qesra Spî de kampanya 'PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA )- Di malpera Qesra Spî de, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, kampanyayek hat destpêkirin. Kampanya dê heya 9'ê îlonê berdewam bike û pêwîstî herî kêm bi 100 hezar îmzeyî heye. Di metna kampanyayê de tê destnîşankirin ku PKK rêxistineke leşkerî û polîtîke ku di navbera salên 1984-2013'an de li hemberî dewleta tirk ji bo mafên çandî, polîtîk û sivîl têkoşiyaye.
Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin di malpera Qesra Spî ya DYA'yê de kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Di metna kampanyayê ya bi sernavê "Partiya Karkerên Kurdistan-PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya navneteweyî derxîne" de tê ragihandin ku di Çileya 2004'an de hikûmeta DYA di çarçoveya qanûnên DYA de weke rêxistina terorê îlan kiriye.
Di metnê de tê destnîşankirin ku ku PKK rêxistineke leşkerî û polîtîke ku di navbera salên 1984-2013'an de li hemberî dewleta Tirk ji bo mafên çandî, polîtîk û sivîl têkoşiyaye û tê gotin, "Di Tebaxa 2014'an de hikûmeta DYA ji bo hikûmeta Iraqê û bajarê Hewlêrê biparêz e destek da rêveberiya herêmî. Hikûmeta DYA di heman demê de hewl da alîkariyê bide Êzidiyên xwe li Çiyayê Şengalê girtine.
PKK li dijî Dewleta Îslamî (DÎ) alîgirê parastina Iraq û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta DYA tavilê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne."
Piştî ku ji vê navnîşanê meta îmzeyê hat îmzekirin, ji adresa e-mail a hatiye dayîn re maile tê. Piştî ku ev mail tê vekirin, hingî îmze derbasdar dibe.
Navnîşan:
https://petitions.whitehouse.gov/petition/remove-kurdistan-workers-party-pkk-list-international-terrorist-organizations/pxgNYqFD
(bd)