DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

NY’ê êrîşa li Şengalê şermezar kir

6 Tebax
12:58 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser kêmaran şermezar kir û got ev sûcê mirovahiyê dikin. Konseyê, diyar kir ku ew ji rewşa bi sedhezaran kesî bifikarin.

15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê bi yek dengî deklerasyon weşandin. Konseyê da zanîn ku ew ji ber rewşa sedhezaran kesên Iraqê bifikarin.

Li gorî NY’ê nêzî 200 hezar kesî di 3’ê tebaxê de ji Şengala ku hatiye dagirkirin reviyane. Endamên Konseya Ewlekariyê diyar kirin ku xiristiyan jî têde li ser kêmaran bi awayekî sîstematîk zilm tê kirin û hemû gelê Iraqê ji bo ku bibe bersiv divê bibin yek. Endamên Konseyê, destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê beşeke Sûriye, Iraqê girtine dest û çeteyên DAIŞ ne tenê bo van welatan bo aştiya û ewlehiya hemû herêmê gefeke mezin e.

Dewletên endam neçarin çeteyên DAIŞ'ê ceza bikin

Konseya Ewlekariyê, bi bîrxist ku çeteyên DAIŞ di lîsteya reşe ya NY’ê ava kiriye cih digire û ji ber vê dewletên endam divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêkanînan bikin. Di nava van pêkanînan de ambargoya çekan, rawestandin hebûna mal û qedexeya gerê jî heye.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN