Parlamentera Êzdî bang kir: Alîkariyê bidin gelê min ê Şengalê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamentera Kurd a Êzidî ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Daxil diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi gotina "la îlaha îllahah" komkujiyê li êzidiyan dike. Daxil di axaftina xwe ya li rûniştina parlamentoyê de bi rondikê çavan kir û bang li parlamentoyê kir ku pêşî li komkujiyê bigire.
Parlamentoya Iraqê ku ji bo Serokwezîrê nû hilbijêre kom bû û şahîdiya îsyana parlamentera kurd a êzidî ya Şengalî Viyan Daxil a bi rondikên çavan kir.
Daxil di rûniştinê de mafê axaftinê girt û komkujiyên li Şengalê xist rojevê. Tevahiya parlementerên kurd ên li Parlamentoya Iraqê piştgirî dan Daxil. Endamên din ên Parlamentoyê jî hemû rabûn ser piyan û guhdariya Daxil kirin.
‘Ji bo jinên me li bazarê bifiroş in, wan direvînin’
Daxil ji serokê parlamentoyê re axivî û wiha got: "Birêz Serok, em li herêma Şengalê tên qetilkirin. Bi gotina 'la îlahe îllalah' me qetil dikin. Heta niha 500 ciwanên Êzidî qetil kirin. Jinên me ji bo li bazaran bifiroş in direvînin. Dest diavêjin wan û bi çavê xenîmetê li wan dinêrin. Jinên Êzdî ku hatin li bajarê Musilê di saheyek ya sporê de tên ragirtin."
‘Alîkariyê bidin gelê min’
Daxil di dewama axaftina xwe ya bi girî de wiha got: "Birayên min ên rêzdar, gelê min qetil dikin. Çawa ku li herêmên din ên Iraqê gelê Şîa, Sunnî, Xiristiyan, Tirkmen û Şebek qetil dikin, niha jî êrîşî Êzdiyan dikin û wan qetil dikin. Ez ji we rica dikim Birez Serok, birayên min ên rêzdar, nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û alîkariyê bidin gelê min."
‘Li çiyayê Şengalê 70 zarok, 50 temendirêj ji birçîna mirin’
Daxil, da zanîn ku heta niha zêdeyî 500 jinên Êzidî ji bo bikin cariye hatine revandin û wiha axivî: "Di nava 48 saetan de 32 hezar malbatan koç kirin. Li Çiyayê Şengalê tî, birçî, dora wan hatiye girtin. 70 zarok û 50 mirovên bi emir, mirin."
‘Ji bo pêşî li karesatê bigirin bikevin nava tevgerê’
Daxil ji parlamentoyê xwest ku ji bo pêşî li karesatê bigire bikeve nava tevgerê û dema axaftina xwe qedand jî li ser hişê xwe çû. Parlamenterên jin ên Kurd ên li derdora wê hewl dan alîkariyê bidin Daxil.
Parlamenterên ku piştî Viyan Daxil mafê axaftinê wergirtin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û komkujiyên çeteyan şermezar kirin. Nîqaşên ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû jî ji rûniştineke din re hat hiştin.
(bd)