Times: Erdogan dê helwesta xwe ya otorîter bi hêztir bike
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnameya Tîmesê ya Îngilistanê diyar kir ku, Serokvezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di rêya serokkomariyê de, dê li ser welat, "Helwesta xwe ya otorîter" bi hêztir bike.
Li gorî rojnameya Tîmesê ya Îngîlîstanê, ji ber ku televîzyonên dewletê cih nadin dijberê Erdogan, dê hilbijartin di navenkeke bê edalet dê bimeşe. Rojnameyê da zanîn ku, di 2 û 4'ê tîrmehê de, TRT'ê ji Erdogan re 204 deqe, ji bo her du namzetên din jî 3 deqe veqetandiye.
Rojnameyê destnîşan kir ku, dê Erdogan di tura yekemîn de bi serkeve û kesên ku dijberî Erdogan in jî bi guman in ku hêza di destê wî de zêdetir bibe.
(hş/lg)