Bîlançoya Gazzeyê: Hezar û 400 kes mirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di şerê Îsraîl û Filîstînê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 400 kesî. Îsraîlê bang li 16 hezar leşkerên xwe kir ku tevli şer bibin. DYA'yê daxwaza Îsraîlê ya alîkariyê çek û pere girt rojeva xwe. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Îsraîl sûcê şer dike.
Êrîşa Îsraîlê ya li hember Gazzeyê di roja 24'emîn de ye, bênavber êrîşên Îsraîlê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê li Gazzeyê hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest da, 7 hezar û 500 kes birîndar bûn. Îsraîl bênavber mizgeft, dibistan û bazaran bombe dike, DYA'yê daxwaza Îsraîlê ya alîkariyê çek û pere girt rojeva xwe û biryar di kongreyê de derbas bû. Ji niha ve DYA'yê alîkariya pere ya 225 milyon dolar erê kir, dê hejmara fuzeyên Demîr Kubbe ku fuzeyên Hamasê bê bandor dike, bê zêdekirin. Di êrîşa Îsraîlê de 56 leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da û Îsraîlê bang li 16 hezar leşkerên xwe kir ku tevli şer bibin. Hejmara leşkerên yedek yên Îsraîlê derket 86 hezaran.
'Îsraîl sûce şer dike'
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon diyar kir ku Îsraîl sûcê şer dike. Neteweyên Yekbûyî di demên borî de jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku bêtir sivîl tên kuştin, tê îdiakirin ku li hîn herêman çekên kîmyewî tên bi kar anîn û dibe ku Îsraîlê sûcê şer kiribe. Ji ber ku alî endamên Dadgeha Sûcên Şer ya Navneteweyî nîn in, nikarin ji van welatan re ji bo sûcê şer doz vekin, lê eger bê îspatkirin ku sûcê şer hatiye kirin, her çiqas endam nebin jî dikarin der barê wan welatan doz vekin.
Dê şer gurtir bibe
Ji bo agirbestê delegasyona Îsraîlê çûbû Kahireyê û vegeriyan welatê xwe, Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ji leşkeriyê daxwaz kir ku tunelên li Şerîda Gazzeyê bên tunekirin. Şevê din Îsraîlê 5 jê mal, bi giştî 19 cih hedef girt. Di cejnê de Îsraîlê 22 mizgeft hilweşand, li herêma Şecaiyye êrîşî bazarê kir û herî kêm 17 kes jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 200 kesî birîndar bûn.
Gazze; herêma felaketê
Li gorî nûçeya Haaretzê, endamekî delegasyonê ku ji bo hevdîtinên agirbestê çûbû Kahireyê, diyar kir ku dê Îsraîl li grî agirbestên demî û kurt yên mirovahî tevbigere. Serokdewletê Filîstinê Mahmud Abbas herêma Gazzeyê wekî herêma felaketê îlan kir û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bi hestiyarî tevbigerin û banga alîkariyê kir.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, Îsraîlê amûrên leşkerî ku buhayê wê nêzî 1 mîlyar dolarî ye û di depoyên DYA'yê de tê girtin, kiriye. Berdevkê Çapemeniya Pentagonê amîral John Kirby, ev agahî piştrast kir û diyar kir ku ev firotineke derasayî nîne û wekî danustandineke normal binav kir.
(ça)