DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Suryaniyan bang derketina li hemberî DAIŞ'ê kirin

26 Tîrmeh
11:42 2014

STOCKHOLM (DÎHA) - Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê 9’ê hezîranê Mûsil bi dest xist êrîşên li hember gelên Asûrî-Suryani-Keldanî û Kurd zêde bûne, li hember êrîş û komkujiyan bang kir da ku nûnerên gelê Asûrî û Kurd bên gel hev û têkoşîna hevpar bikin.

MUB'ê ji bo rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal jî mînaka Gozarto (Rojava) bixe meriyetê bang kir û hat diyarkirin, nasname û hêza gelê Sûryanî xwedî nîrxên ku dikare Mezopotamya û Kurdistanê zindî bike û êdî dem hatiye rêveberiyeke demokratîk, aştiyane, di cîhanê de bibe mînak û bi gelên din re bi biratî bê mîrov bijî hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ li hemberî mirovatiyê sûcên nayên efûkirin kirine, bi çalakiyên hov hewl didin mirovan bitirsînin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî çeteyên DAIŞ Mûsil bi dest xistin, li hember gelên Xiristiyan pêkutiyên dijmirovî pêk anîne û Asûriyên li herêmê dijîn neçar mane cih û warên xwe terk bikin û piraniya wan xwe spartine Herêma Federal a Kurdistanê.

MUB destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ li gel Şîî û Xiristiyanan ku êrîşî Kurdan jî dike ol û etnîkan dike hedef, û ev rewş ji bo gelên herêmê li hember çeteyên DAIŞ û hêzên înkarker ên li herêmê bibin yek firsendeke dîrokî ava kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku zemîna jiyana hevpar a gelê Kurd û Suryaniyan ji her demê zêdetir çêbûne û wiha got, “Di van şert û mercan de di serî de rêveberên Kurdistana Federal, nûnerên gelê Kurd li hember gelê Suryanî-Keldanî-Asûrî ji alîkariya mirovî zêdetir eger bi stratejiyeke tifaqa siyasî nêz bibin wê ya herî rast be. Nobet girtin û meaş dayîna nobedarên ji bo Suryanî-Keldanî-Asûriyên li deşta Nînova ya derdora bajarê Mûsilê rastiyeke ku pirsgirêkan çareser nake. A herî rast ev e ku lîderên gelê Kurd bi lîder û nûnerên gelê Suryanî re bên gel hev çarenûsa hevpar a Mezopotamya û Kurdistanê diyar bikin û ji cîhanê re îlan bikin.

MUB, bang li aliyên îradeya gelê Kurd temsil dikin kir da ku bi nûnerên gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî re bên gel û biryarên talûkeyên li ser gelan ji holê rakin bi hev re bigirin.

MUB, li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ bang li tevayî mirovatî û Neteweyên Yekbûyî kir da ku bi gelên Suryanî û Kurd re bikevin nav piştevaniyê û wiha hat gotin, “Dema wê ye ku Nînova bi Hewlêr, Amed, Qamişlo û Mêrdînê re bibe yek. Li gel ji bo vê lihevkombûna dîrokî em bang li gelê Suryanî-Keldanî-Asûrî-Aramî dikin, bang li gelê Kurd jî dikin mînaka Gozarto (Rojava) li her qadê bidin jiyandin.”

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN