DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Fûad Mehsûm bû serokkomarê Iraqê yê nû

24 Tîrmeh
15:34 2014

HEWLÊR (DÎHA) - Endamê buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Masûm wekî serokkomarê Iraqê hate hilbijartin.

Di encama hilbijartinên serokkomariya Iraqê de, Endamê buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Masûm wekî serokkomarê Iraqê hate hilbijartin.

Fûad Masûm ê di sala 1938'an de ji dayîk bû. Di sala 1973'an de li Qahîreyê bûbû nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistanê. Masûm di sala 1992'an de bû Serokwezîrê destpêkê yê Herêma Kurdistanê û piştî hilweşîna rejîma Saddam a sala 2003'an bi dagirkeriya Amerîka re, di sala 2004'an de wezîfeya serokê destpêkê yê Parlamentoya Demî ya Iraqê kir. Masûm ji sala 2005'an û vir ve di Parlamentoya Iraqê de wekî parlamenter dixebite. Masûm zewiciyê û 5 zarokên wê hene.

(lg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN