Snowden: Hêzên navneteweyî DAÎŞ'ê afirandin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Xebatkarê berê ya CIA û NSA'yê Edward Snowden daxuya kirin ku DAÎŞ bi destê ABD, Îngiliz û Îsraîlê di bin stratejiya "Hornet's nest" (bela, kevar) hatiye bi pêş xistin.
Sîxurê kevn ya Ajansa Ewlehî ya Neteweyî (NSA) û CIA'yê Edward Snowden ku ji ber ku falîyetên sixurtiyê ya ABD'ê li hember gelek welatan pêk anî deşîfre kir û piştre çû Rûsyayê derbarê DAÎŞ'ê de agahiyên balkêş da. Li gorî nûçeya ku Global Research'ê, Snowden da zanîn ku servîsên îstîxbaratê ya Amerîka û Îngilizan û MOSSED'ê bi hev re xebitîne ku DAÎŞ'ê biafirînin.
Snowden, destnîşan kir ku her sê servîsên îstîxbarî di bin stratejiya "hornet's nestê" (bela, kevar) ji bo ku komên radîkal di heman banê de berhev bikin, rêxistinek terorîst afirandine. Bi vê stratejiyê ve eleqedar di dokumanên NSA'yê tê behskirin ku ji bo parastina hebûna Siyonîst, sloganên Îslamî û olî bê afirandin.
Di dokumanên ku ji aliyê Snowden ve hatin aşkerekirin de ev agahî hene: "Ji bo parastina dewleta Cihû yekane rê ew e ku li gel sînora wê dijminek bê afirandin." Her wiha li gorî dokumanên Snowden tê ragihandin ku pêşengê DAÎŞ'ê "Xelîfe" Ebû Bekir Bagdadî ligel perwerdehiya olî di bin destê MOSSAD'ê de salek jî perwerdehiya leşkerî digire.
(gka/lg)