DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Komkujiya İsralê didome

23 Tîrmeh
13:56 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Di demeke ku di navbera İsraîl û Hamasê de agirbest bê îlankirin hewldan hene de İsraîl jî êrişên xwe yên Gazzeyê didomîne. Hat diyarkirin ku hejmara kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dane derket ser 600’î û di operasyonê de heya niha 29 leşkerê İsrailê jî hate kuştin.

Êrîşên İsraîlê ên li hember Gazzeyê ku di 8’ê Tirmehê de destpêkiribû didom e bênavber didome. Hat diyarkirin ku hejmara kesên di êrîşên İsrailê heya niha jiyana xwe ji dest daye gihişte 650. Çavkaniyên Ewropayî an jî İsrailê bi xwe jî hejmara kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane wekî 630-640 dide. Hat diyarkirin ku di operasyon û pêvçûnan de heya niha 29 leşkerê İsraîlê jî hatin kuştin.

Di vê navberê de ji bo ku di navbera aliyan de agirbest bê îlankirin û pêvçûn bên bi dawîkirin jî hewldan didomin. Misir ku navbeykariya aliyan dike, daxwaza vekirina deriyê Refahê ku daxwaza Filistiniya ya serekebû red kir. Di vê navberê de ji hevdîtinên Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Kerry, Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon heya niha tu encam derneket.

Filistin hilweşandin

Di komkujiya İsrailê de li gel kuştin û windehiya sivîlan, li gor agahiyên Rêxistina Parastina Penaberan ya NY’ê (UNRWA) dan heya niha di encama êrîşan de 118 hezar filistinî ji bê cîh û war man û lewma pêwistiya qampan zêde bû.

(kk/ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN