Di têkoşîna axê de 147 kesan jiyana xwe ji dest da
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Hondurasê, di navbera dewlet û rençberên ku axa ku rençberan dagir kiriye de gelek caran şer û pevçûn qewimîn. 4 sal in di navbera rençber û hêzên ewlehiyê yê dewlê pevçûn didomin û karkerekî din jî hat kuştin. Li Hondurasê di sala 2009'an heta niha di têkoşîna axê de 147 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Hondurasê dewletê, li hember gundiyên ku ax dagirkirine operasyon da destpêkirin û hejmara kesên ku di şerê navbera dewlet û rençberan de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Herî dawî di 3'ê tîrmehê de tahliyeya rençberan destpê kir û dewletê şîdet li hember rençberan bi kar anî û di dema tahliyeyê de rençberê bi navê Pedro Avîla hat kuştin.
Li gorî nûçeya Weekly News Update, serokê Kolektîfa Gregorio Çavez, Santos Torres der barê mijarê daxuyanî da û diyar kir ku dewlet di êrîşan de guleyan û bombeyên gazê bi kar tîne û li herêma Çemê Aguana Jêrin 400 malbat ji herêmê hatine dûrxistin. Di sala 2009'an de gelek kolektîfên rençberan, li hember reforma axê ya sala 1990'î û bi hinceta ku hinek kesan bêhiqûqî ax dagir kirine, di serî de li herêma Aguan û cihên din dest bi dagirkirina axê kirin.
Dewletê gelek caran li hember rençberan şîdet bi kar anî û xwest herêmê vala bike. Demek berê rençberekî 65 salî ku piştgiriyê dide kolektifa rençberan binaxkirî hat dîtin. Derket holê ku welatî bi îşkenceyê hatiye kuştin. Gelek rençber winda ne û li gorî daneyan 400 zarok bê malbat mane.
(ça)