DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Amerîkayê careke din leşker dişîne Iraqê

1 Tîrmeh
11:26 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) gelek herêmên Iraqê dest xistin, hejmara yekîneyên leşkerî û alavên şer ên dişîne Iraqê zêde dike. Hat ragihandin ku DYA'yê biryara li gel 300 şêwirmendên leşekerî yekîneyeke leşkerî ya ji 300 kesî bişîne Bexdayê.

Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku bi qasî 200 leşkerên Amerîkî roja yekşemê gihaştine Iraqê. Kirby, anî ziman ku ev yekîne wê li paytext Bexdayê ewlekariya Sefaretxaneya Bilind a DYA û balafirgeha navneteweyî bike.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku nêzî 100 leşker jî wê bi armanca desteka lojîstîk û ewlekariyê biçin Bexdayê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel yekîneyên leşkerî wê hejmara helîkopter û balafirên şer ên bê mirov jî bên zêdekirin.

Serokê DYA Barack Obama, piştî ku DAIŞ'ê Mûsil û gelek bajarên derdora wê xist bin kontrola xwe, biryar dabû ku ji bo piştgiriya artêşa Iraqê bi qasî 300 "şêwirmendên leşkerî" bişîne Bexdayê. Bi yekîneyên nû re hejmara leşkerên DYA'yî yên ji bo Iraqê tê şandin wê bigihêje 600'î.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN