DAÎŞ'ê xilafetî îlan kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên destbixwîn DAÎŞ piştî di 10 Hezîranê de Mûsûlê dagirkir, daxuyand ku li Iraqê Dewleta Xîlafetê îlan kirine û Ebûbekîr el-Bagdayî jî wekî xalîfe hilbijartine.
Çeteyên destbixwîn DAÎŞ piştî di 10 Hezîranê de Mûsûlê dagirkir, Nûnerê DAÎŞ'ê Ebu Muhammed el-Adnani, li ser malpera Twitterê daxuyand ku li Iraqê Dewleta Xîlafetê îlan kirine.
Nûnerê DAÎŞ'ê Ebu Muhammed el-Adnani ku Destpêkê li Sûriyê hemî rêxistin li hemberî çeteyên koma DAÎŞ di nav tevgerek hevbeş de ne vîdeoya parve kir de aşkere kir ku Ebûbekîr el-Bagdayî jî wekî xalîfe hilbijartine. Nûnerê DAÎŞ'ê el-Adnanî bang li hemû komên cîhadê kir û got tevlî DAÎŞ'ê bibin.
Gelo DAÎŞ dê qetlîamên xwe yên bixwîn dê zêde bikin?
Di daxûyaniya û vîdeoya hate parvekirin de, DAÎŞ rê li ber fikaran vekir ku dê qetlîamên xwe yên bi xwîn berdewam bike.
YPG'banga li hember daîşê yê têkoşîna hevpar kir
Piştî DAÎŞ'ê Iraq dagir kir, peşmerge û artêşa Iraqê li dijî DAÎŞ'ê êrîşek dan destpêkirin û di vî şerî de nêzî 500 welatiyên Iraqê derbasî Heremên Kurd bûn. DAÎŞ ku li Sûriyê bi hemû hovîtiya xwe terorê dike, rêxistinên Îslamî li hemberî wan biryarek têkoşînek hevpar girtin. Li Rojava Hêzên Parastina Gel YPG, li Qantona Efrînê rêxistinên ku dê li hemberî DAÎŞ şer bike, aşkere kir ku dê eniyê ku ew diyar bikin, dikarin bi cîh bibin û destpêkê bi rêxistina Ehli Şam re peymanek îmzekirin û ev peyman kirin meriyetê.
(mp/ça)