DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Ji bo Şahîn ê HPG'î taziye hat vekirin

 
23 Hezîran
16:58 2014

QERS (DÎHA) - Ji bo endamê HPG'ê Abdullah Şahîn (Kendal Serhat), li gundê Pekran ya Dîgorê konê taziyeyê hat vekirin û mewlûd hat dayîn.

Endamê HPG'ê Abdullah Şahîn (Kendal Serhat), di sala 2013'an de di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û ji bo Şahîn li gundê Pekran ya navçeya Dîgora Qersê konê taziye hat vekirin. Li kon wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê HPG'ê Şahîn hatin daliqandin. Gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn û serokê rêxistina BDP'ê ya Dîgorê Çelebî anî ziman ku bi sedan sal in li ser axa Mezopotamyayê şerê rûmetê dimeşînin û wiha got: "Kurdistan dilê Mezopotamyayê ye, gelê kurd bi salane li hember zilmê û zordariyê berdêl didin. Şehît Kendal, ji bo azadiyê têkoşîn meşand û tevli karvanê şehîdên Kurdistanê bû. Em ê di riya wan de bimeşin û li mîrateya xwe xwedî derkevin. Em di şexsê Şehîd Kendal de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin." Piştî mewlûdê xwarin hat dayîn.

(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN