Santos dîsa bû serokomarê Kolombiyayê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Kolombiyayê hilbijartinên serokomariyê hatin lidarxistin û di encama hilbijartinan de Juan Manuel Santos ku bi FARC re muzakereyên aştiyê pêk tîne, ji nû ve bû serokomar.
Duh li Kolombiyayê hilbijartinên serokomariyê hatin lidarxistin û di encama hilbijartinan de Juan Manuel Santos ku bi FARC re muzakereyên aştiyê pêk tîne, ji nû ve bû serokomar. Santor sedî 50.9 deng wergrit û piştî 4 salan careke din bû serokomar. Santor di twîttirê de wiha nivîsand: "Duh tîma neteweyî bi ser ket, îro aştî bi ser ket." Santos hefteyek beriya tura duyemîn ragihandibû ku dê ji bilî FARC'ê, ji rêxistina gerîla Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re ji nû ve bi dest hevdîtinan bikin.
(ça)