DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Ji bo xîzanan kupa henekeke zalim e

 
16 Hezîran
12:04 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ekonomîstên Brezîlyayê, Kupaya Cîhanê wekî 'henekeke zalim' bi nav dikin û dê wekî Kupaya Cîhanê ya 2010'an ku li Afrîkaya Başûr hatibû lidarxistin, pere ji bêrika xîzanan derkeve.

Li aliyekî hezkiriyên futbolê pêşbaziyên Kupaya Cîhanê 2014 ya Brezîlyayê dişopînin û ji aliyê din li Brezîlyayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Di ekranên televîzyonê de pêşbaziyên navbera welatan tên dayîn û wekî ku li Brezîlyayê her tişt pir baş e tê nîşandin, lê di pişt perdeyê de xizan li hember vê li ber xwe didin. Rayedarên Brezîlyayê, li hember xizaniya welat, aboriya heyî dan şîrketên taybet û FÎFA'yê û 11 mîlyar dolar ji bo futbolê hat xerckirin, 12 stadyumên ku nû hatin çêkirin û welatî ji malên xwe hatin derxistin û rêveberiya bajar dan destê FÎFA'yê, ji bo vê guhertinên qanûnî hatin kirin û ev yek bûn mijara rexneyê.

Avahiyên gel hilweşandin

Kupaya Cîhanê ji aliyê FÎFA û Brezîlyayê wekî têkoşîna li hember cudakarî û nîjadperestiyê hat nîşandin. Rayedarên dewletê, piştî propagandayê gel ji stadyuman hatin dûrxistin. Beriya pêşbaziyên futbolê destpê bike, bakurê Rîo heta Metroyê hemû der ji aliyê arteşa dewletê hat dagirkirin û bi dest hilweşandina avahiyan kirin. Bi dest çêkirina 12 stadyuman kirin, hêj çêkirina 4 stadyuman bi dawî nebûye. Li hember hilweşandinan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Tê texmînkirin ku herî kêm 170 hezar kes ji ber van amadekariyan ji malên xwe derketin.

Qaşo Kupaya Cîhanê li hember nîjadperestiyê ye

Piraniya welatiyên ku li 'faveyoyan' reşik in. Tê îdiakirin ku, Kupaya Cîhanê li hember nîjadperestiyê tê lidarxistin, lê pratîk rewşeke dijber derdixe holê. Welatiyên ku di gettoyan de dijîn, piştî mudaxaleyê di şert û mercên girantir de dijîn. Herî zêde welatiyên ku malên wan li dora Stadyuma Maracana ye dengê xwe bilind kirin. Dê maça fînalê di stadyuma Maracana de bê lîstin û ji bo riyên diçin stadyumê bên vekirin, dema eşyayê gel di malê de bû, mal hatin hilweşandin û li hember zextên polîs hêj çalakî didomin.

Ji bo FÎFA zagon hatin derxistin

Her wiha pereyê şîrketên taybet ku soza fînansê dabûn wan lê piştî ku pêknehat ev pere jî ji bêrika welatiyên xizan derket. Bi faîzeke pir kêm pere dan şîrketên taybet. Hikûmetê ji bo FÎFA'yê gelek zagonên taybet derxist û li gorî vê mafê FÎFA'yê heye ku herêmên qedexe ava bike. Li gorî vê zagonê eger FÎFA bixwaze dikare li dora stadyuman bi qasî 2 kîlometre herêmên qedexe ava bike. Li gorî zagonê eger bixwazin dikarin cezayekî giran bidin kesên li kolanan eşya difroşin. Li gorî hinek civaknasên Brezîlyayê ev pêkanîna FÎFA'yê îstîsmarkirina mafê gelê sivîl e.

Polîs tundiyê pêk tînin

Daxwaza çalakgeran ew e ku polîsên leşker ku tundiyê dikin, guleyên plastî û gazê bi kar tînin, bên rakirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li hember tundiya polîsan karta zer da polîsên leşker. Polîs herî zêde rêbaza polîsên Londrayê bi kar tînin. Gelek kesan binçav dikin, bêyî lêpirsîn careke din wan serbest berdidini. Bi taybet polîsên leşker yên Sao Paulo serî li vê rêbazê didin. Her wiha careke din destur hat dayîn ku polîs guleyên plastîk bi kar bînin û di meha çileyê de gelek welatî bi guleya polîsan hatin birîndarkirin û piştre hikûmeta Brezîlyayê bi kar anîna guleyên plastîk qedexe kiribû.

Ekonomîstên Brezîlyayê, Kupaya Cîhanê wekî 'henekeke zalim' bi nav dikin û dê wekî Kupaya Cîhanê ya 2010'an ku li Afrîkaya Başûr hatibû lidarxistin, pere ji bêrika xîzanan derkeve.

(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN