DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Alîgirên Rusyayê balafireke leşkerî daxistin

14 Hezîran
12:39 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Lugansk yê li rojhilatê Ukraynayê dikeve, alîgirên Rusyayê balafireke kargo daxistin û tê gotin ku di encamê de 49 xebatkarên leşkerî yên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê ragihand ku ji aliyê alîgirên Rusyayê li herêma Lugansk'ê balafira leşkerî ya kargoyê, hatiye daxistin. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku balafira tîpa IL-76 bi çekên giran û uçaksavaran hatiye daxistin û dema balafir nêzî balafirgehê dibe, tê daxistin. Di daxuyaniyê de der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane agahî nehat dayîn.

Wezaretê ragihand ku çend kesan jiyana xwe ji dest dane, lê tê gotin ku di balafirê de 49 personelên leşkerî hebûne.

(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN