NY êrîşên DAIŞ'ê şermezar kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) -Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên DAIŞ'ê yên Mûsil û Tîkrîtê şermezar kir û diyar kir ku rewşa Mûsilê ya ku 500 hezar mirov jê hatin koçberkirin nebaş e û wiha got: "Her diçe rewş nebaş dibe."
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên DAIŞ'ê yên ên li Mûsilê şermezar kir. Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide Iraqê û bi pirsgirêkên cidî yên ewlekariyê re rû bi rû ye û bi Iraqê re di nava yekitiyê de be. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber welatiyên neçar mayîn koçber bûn bi fikar in.
Nunerê UNÎCEF ê NY yê Iraqê Marzîo Babîlle berê gotibû rewşa Musilê nebaş e û wiha got: "Rewş gelek nebaş e û her diçe jî nebaştir diebe. Pirsgirêkên ava paqij, xwarin, stargeh û parastinê hene."
Piştî DAÎŞ'ê kontrola Musil û Tîkrîtê bi dest xist li Musilê zêdehî 500 hezar kes koçber bûn û piraniya welatiyên koçber bûn li Herêma Federal a Kurdistanê bi cih bûn.
(bd)