Di êrîşa Bakûbayê de herî kêm 34 kes mirin
BAKUBA (DÎHA) - Li Bakubayê di dema merasîma cenaze de bombeyeke zindî li hember girseyê êrîş pêk anî û di encamê de herî kêm 34 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Bakuba ku li rojhilatê Bexdayê dikeve, êrîşa bombeya zindî pêkhat. Êrîş saetên nîvro dema merasîma cenaze dihat lidarxistin pêkhat. Kesê ku nasnameya xwe ne diyar, li ser xwe bombe girêda û di merasîmê de teqand. Piştî teqînê li gorî agahiyan herî kêm 34 kesî jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne.
(ça)